Destpêkirina şoreşa Jin Jiyan Azadî bi dawî hatina merheleyekê îfade dike. Bi dawî bûna pergala totalîter, olîgraşî, teograsî ku koka xwe li ser hişmendiyekî hişk yê zayendperest ava kiriye. Dîroka sed salê derbasbûyî li Îranê de dîrokekî pir bi berxwedaniye li dijî pergala desthilatê. Nîv qirn pergala qiraltî, monarşî, nîv qirn jî pergala mezhebperestî a Rejîma Îslamî. Di nava sed salî de, dem dem tevger û serhildanên gelan dijî pergala desthilat pêş ketiye û mohra xwe li cîhanê daye. Destpêka sedsala bîstan de “şoreşa meşrûyetê” bû pêvajoyekî girîng, ji guhertinê re rê vekir. Gelên Îranê xwestin ku hûkmê şah kêm bikin û têxin jêr zagonan. Di pêvajoya şoreşa meşrûyetê de jî jinan rolekî mezin ji bo guhertinên bingehîn lîstin, bedelên mezin dan, lê dema meclîs hat damezrandin, jin dîsa ji mafê xwe mehrûm man. Cara yekem li Îranê, bi herikandina jinan li kolanan, bûn beşeke tevgera giştî. Lê tevî hemû hevkariyên ku jinan dan, di nav jiyana jinan de guhartinên pir cîdî ne hate ditîn. Di vê zagona bingehîn ku nû hatiye çêkirin, çawa ku heqê deng dayînê, ku heqê esasî ya jinane ji wan re nehatiye dayîn, biryara saziya dewletê ya herî jor ya Saziya Şah di heman demê de mecbûriya saziya zilam jî kiriye. Di dawiyê de bi destwerdana hêzên cîhanî yên weke Îngîlîz û Rûsan serneket. Carekî din padişahiya Pehlewî Rizaxan Mîrpenc hate damezirandin, modela dewlet netew bû bingeha dasthilata nû a Îranê. Ji wê demê heta Şoreşa Îslamî hereketên gel yên siyasî û civakî pêş ketin, hereketên çep xwe rêxistin kirin, bi taybet zemînên xurt yê rêxistin kirina ciwanan û jinan çêbû. Ger berdewam nerazîbûn nîşan da û pergala qiraliyet ku teqlîdê pergala modernîst, taybet qiraliyeta Înglîz dikir red kirin, bi pêşengtiya jin, ciwanan û herketên çep, pergala monarşî rûxiya. Şoreşa Îslamî di sala 1979’an de serket, lê hîn di rojên destpêkê de, şoreş veguherî dij şoreş, bi taybet mafê Netewan û jinan hat hedef girtin. Şerê rêxistin û fikir, şerê tevgeran dest pê kir, pevçûnên dijwar çêbûn, lê baskên Îslamî ji vê sûd girtin, ji şerê Îran û Iraqê seferberiya gel ji bo şer îlan kirin. Xwest hemû tevgerên çep, Netewî tûne bike û desthilatê bigrin dest xwe. Şerê Îran û Iraqê derfetekî mezin ji bo damezrandina pergala desthilat ya Rêjîma îslamî ava kir, Xumeynî bi xwe got “ev şer ji bo me nîmete”. Di hikûmeta nû de, destûreke bingehîn çêbû ku gelek rengên netewî û mezhebî û gelek azadî bi rengeke zirav hatin înkar kirin û qedexe li ser wan hate danîn. Hêdî hêdî qanûna şerîetê li Îranê pêk anîn û bi qanûnên hişk yên mezhebî kar gihişte cihekê ku êdî kesî nekarî jiyana xwe ya şexsî jî destnîşan bike. Pergalekî hişk li ser hişmendiya netewperestî, zayendperestî û olperestî hat damezirandin, êdî netew, bawerî, jin, hemû rengên heyî hatin hedef girtin. Gelê Kurd ji destpêkê de ji rêjîma Îslamî re got na, destpotiya Rêjîmê qebûl nekir, ji bo wê bedelên mezin da, Kurd û jin weke kafir hatin bi nav kirin, êrîşên pir dijwar li ser gelê Kurd pêş ketin. Qetlîamên pir mezin li bajarê Rojhilat hatin meşandin, kujerê bi navê Xelxalî, ku nûnerê Xumeynî ye, dest bi kuştina Kurdan kir, gotin heta Kurdekî azadîxwaz bimîne, pêwîste eskerên me potînan ji lingê xwe dernexînin. Ji wê demê heta niha Kurd li dijî vê rêjîma totalîter sekinîn û tekoşîn kirin. Jin ji hemû mafê xwe yên siyasî û civakî heta ji biçûktirîn mafê xwe yê xwezayî jî mehrûm man. Ji destpêkê de jî bi nixumandina serê jinê xwestin mêjî û ramanên jinê binuximînin, gotin pêwîste jin were nixumandin, tena serê xwe neçin cîhê kar. Ji wê demê heta niha nixumandina bedena jinê ji bo Rêjîma îslamî bû sengerekî bîrdozî. Di heman salê de, bi boneya roja 8’ê Adarê, jin daketin kolanan, lê rastî zextên cidî yê rêjîmê hatin. Hemû zagonên ku di destûra bingehîn de hatin damezirandin dijî jin, dijî netew û bawerîyan bûn. Şerîeta Îslama Şîî ya 12 îmamî û li gor teoriya “wilayetê feqîh” (desthilata tekûz ya ayetûllahê rêberê Îranê ku destpêkê Xumeynî û niha Jî Xamineyi ye) hate tevger kirin. Bîrdoziya rêjîma Îranê li ser tinekirina çand û nasnameya netewan bi sazî bû, zayendperestî û olperestî bû bingehê rêxistin kirina hemû dem û dezgehên rêjîmê. Ruxmî hemû zilm û zextên rêjîmê jî, jin û gel teslîmî desthilatê nebûn. Ji wê demê û şûnde hemû bingehên serhildan û şoreşa ku di sala 2022 de pêş ket avabû. Di nava 45 salê damezrandina rêjîma îslamî de pir caran nerazîbûnên gelan pêş ketine, kampanyayên mezin yê cûr be cûr pêş ketine. Her ji 10-11 salan carekê tevgerekê serî hildaye, lê bi bandor bi pêş de neçûye. Rêjîm bi avakirina baskê îslahteleb (reformîst) xwest van hereketan tesfiye bike û temenê desthilatiya xwe dirêj bike. Her desthilatek dema dikeve tengasiyê muxalifê xwe di nav xwe de derdixîne, bi vî şêwazî hêza gel tesfiye dike û temenê xwe dirêj dike, polîtîka Rêjîmê jî li ser vî esasî bû. Tevgera kesk ku di sala 2010’de bi pêşengtiya Mosevî û Kerobî pêş ket mînaka vê ye. Bi dehan kes hatin kuştin, serhildan hatin tepisandin. Hêzên reformîst berdewam xwestin hêza jinan, hêza gelan ji bo berjewendiyên desthilatiya xwe bikar bînin. Lê rêjîma Îranê berdewam polîtîkaya qirkirinê li ser Kurdistanê da meşandin, Rojhilatê Kurdistan di warê çandî, xwezayî û nasnameyî de milîtarîze kirin, tirsa herî mezin li Kurdistanê jiyan dikirin. Ji ber ku Kurdistan xwedî potansiyela rêxistinî û şoreşgerîyê ye, hertim hesabê rêjîmê bo Kurdistanê cûda ye. Berdewam hewil da Kurdan ji mafê netewî wekî siyasî, civakî, aborî mehrûm bihêle. Bi taybet xwedî derketina gelê Rojhilat di sala 1999, ji bo Rêber Apo rêjîm xiste nav tirsekî mezin. Helwesta gelê Rojhilat li dijî hêzên komploger pergala desthilat, qirker a rêjîmê jî xiste jêr lêpirsînê. Rêjîm tenê rojekê dengê xwe nekir, lê piştre êrîşî gel kir, bi sedan kes şehîd ketin. Ji wê demê şûnde jî bingehê rêxistin kirinê li ser paradîgmayeke nû di Rojhilat de bi xurtî pêş ket. Tekoşîna Tevgera Azadiyê di beşê din yê Kurdistanê de bandorekî mezin li ser Rojhilat jî kir, bi taybet şoreşa Rojava, rolê jinan, pergala heyî bandorekî cidî çêkir. Bi dehan keç û xortê Rojhilat beşdarî şoreşa Rojava bûn, ezmûn û tecrûbe jê girtin û hêviyên şoreşê bi hêz bûn. Rêjîm baş dizanî teqandinekî şoreşê hebe wê di Rojhilat de serî hilde, teqandinekî şoreşê hebe wê bi pêşengtiya jinan be. Du xalên lawaz yên Rêjîmê, şoreş di vir de teqiya. Di rastî de nerazîbûnên gelan di sala 2017, 2019 ku li seranserê Îranê pêş ket êdî bêhêvîbûna gelan bi giştî ji pergala Rêjîmê re dida diyar kirin. Rêjîmê jî her çû pergala xwe hişktir kir, sîstema xwe bi hatina serok komar Reîsî re yek dest kir, hemû dem û dezgehên rêjîmê ketin destê muhafizekaran û Spah raste rast qada siyasî, civakî, aborî bi rêve bir. Sîstema qirkirinê li ser gelan hişktir kir, li hindir de tepisandina jin û gelan, li derve jî berfireh kirina hîlala Şîî. Rêjîma destpot wisa xwest pêşiya pêlên nerazîbûnan bigre. Bi taybet êrîşê xwe yên li ser jin û ciwanan zêde û hişktir kir. Lê çanda berxwedaniyê ya jin û ciwanan ji vê re destûr neda, tişta ku herî zêde rêjîm jê ditirsiya, jin û ciwan, jin û Kurd in, nerazîbûn jî di vir de teqiyan û veghurîne şoreşekê. Jinan kîn û hêrsa salan di xwe de kom kirin, gelê Kurd jî ku berdewam bedelên mezin dabû, birîndar bû û li benda derfetekî bû ku birînên xwe bipêçe, berdewam bi çanda xwe ya resen xwe li ser linga girtibû, bû çavkaniya vê şoreşa mezin, teqandina hêrsa jinan a yek sed salê li dijî hişmendiya tecawizkar bi xwere şoreşa azadiyê bişkivand. Refleksê civakê çawa pêş ket Di rastiyê de, zemînê şoreşê bi xwedî derketina jinan û gelê Merîwanê a ji bo Şilêr Resolî hat avêtin. Gelê Merîwan bi yek helwestê li dijî pergala tecawizkar a rêjîmê rabûn. Piştî kuştina keça Kurd Ferînaz Xusrewanî cara yek bû ku gel ewqas bi helwest li dijî pergala tecawizger radiwestiya. Ferînaz jî 2014, li ber nûnerê dewletê yê tecawizger xwe ji hotêla 4 stêrk de avêt, gelê Mahabadê bi heybet li dijî rêjîmê rabûn. Merîwan jî zilamê bi navê Goran nûnerê dewletê dît û nerazîbûn nîşan da. Refleksê herî bi hêz nîşanî pergala mêr dewlet dan, dest dirêjiya li ser Şilêr, destdirêjiya li ser exlaqê xwe dîtin. Jinên bajarê Merîwan bi yek dengî gotin em hemû Şilêr in, ji bo wê ewqas dilêr in. Jinan li wir ne tenê Şilêr qurbaniyê wê pergalê dîtin, di şexsê Şilêr de xwe jî qurbaniyê pergala mêr – dewlet dîtin. Li wir jin jî, mêr jî li dijî vê pergalê rabûn ser piyan, ev jî refleksê bi şêwazekî bi hêz yê civakê da diyar kirin. Dewlet ji ber vê helwestê gelê Merîwan jî hejiya, ji bo wê bi şerê taybet, bi zextan malbata Şilêr bê deng kir. Piştî hefteyekê qetil kirina keça Kurd Jîna Emînî bi destê polîsên exlaq yê dewletê, Rojhilat bi yek dengî, bi yek rihî li dijî qirkirina Rêjîmê rawestiya. Piştî salên 2010 tekoşîna jinan di Îranê de radîkaltir bû, rêjîmê sazî û dezgahên taybet yên dijî jin bi hêz kir. Polîsên exlaq ku bê exlaqiya herî mezin pêş dixînin piştî 2010 ewqas di nav kolan û cîhên kar yê jinan de hatin rêxistin kirin û êrîş birin ser jinan. Çiqas tekoşîna jinan radîkaltir bû, êrîşên Rêjîmê jî hîn tundtir bûn. Bi destûra wîlayetê feqî asîd rijandin ser rûyê bi dehan jinan de, pir bi hovane jin di kolanan de hatin kuştin û bi pergala Besîc re, jin li dijî jin dan bikar anîn. Rêjîm pir bi sîstematîk û birdoziya zayendperest berdewam hewil da hebûna jin weke mirov ji holê rake, di şexsê jinê de, jiyaneke mirî û kole li ser civakê bisepîne. Lê şoreşa ku bi pêşengtiya jinan di sala 2022’yan de pêş ket da îspat kirin ku desthilat dem dirêj nikarin bi cewherê civakan bilîzin, yê ku cewherê civakê jî diparêze jine. Destpêkirina şoreşê bi dawî hatina merhelekî dirêj yê desthilatiyê ye. Di dîrokê de, her derketinekî felsefîk yan olî, destpêkê hişmendiyek gorî civaka wan serdemana ava kirine. Şoreşa ku bi pêşengtiya jinan pêş ket, destpêkê hişmendiya xwe bi Jin Jiyan Azadî da diyar kirin, di destpêkê de paradîgma şoreşê diyar kirin û meydan ji desthilatê re xwend. Şoreş bi pêşengtiya jinan ve felsefe û manîfestoya jiyanê diyar kir Her gavekî ku di şoreşê de hat avêtin pir zanist û bi pîlan û proje bû, avêtina dirûşmeyeke wisa efsanewî jî pir bi zanist bû. Di şexsê jin de, jiyan, nasname û hebûna gelan tê qetil kirin, helwesta gelê me jî di şexsê jin de jiyaneke nû hilbijartin, bersiva herî bi hêz di nav sed salê derbasbûyî de dan rêjîmê. Şoreşê çanda hezar salan ya jin-dayîk di Îranê de zindî kir, geş kir, wate û girêdana rast ya jin û jiyanê belavî hemû cîhanê kir. Jin jiyane, fêm kirina jin, di heman demê de, fêm kirina jiyanê ye. Ji ber ku fêmkirin jiyane û jiyan jî ji bo fêmkirinê ye. Ji bo ku jiyan were fêm kirin, divê afrînera jiyanê bê fêm kirin. Lê li cihekî ku hewildanên fêmkirinê nebin ango lewaz bin, bêguman li wir jiyan wateya xwe winda dike, yan jî seranser dimîne, her ku diçe, mirovahî ji têgihiştina sira jiyanê dûr û bê zanist dimîne. Damezrandina Rêjîma Îranê jî, li ser esasê bê wate kirina jin û jiyanê bû. Di sala 2022’an de mirovatî bi pêşengtiya şoreşa jin, careke din bi sira jiyanê hesiya, bi şoreşa jin ê re jiyan dighêje wateya xwe. Şoreşa civakî bi zanista jin ê pêş ket û bedelên giranbiha araste kir, her gavek ku jin ji bo azadî radike dibe malê tevahî civakê. Ev şoreşa bi heybet, bi formula evsanewî Jin, Jiyan, Azadî mohra xwe li sala 2022’an da. Beşek ji diyalektîka jiyan, ferqkirin û zanabûne. Yanî çiqas ferq kirin û pêhesîn ewqas zanabûn. Çiqas zanabûn, ewqas jî pêhesîn. JIN JIYAN AZADÎ bû sebeb ku pêhesîna civakan bigihije lûtkeyê. Pêhesîna ku bi sîha hişmendiya serdest a zilam hatibû şilo kirin careke din li zelaliyê digere. Xeta berxwedanê dijî dagirkerî û mêrsalarî geştir û bi hêztir bû. Jin Jiyan Azadî hemû tapuyên zêhniyeta desthilat xiste jêr lêpirsînê û lêgerînên azadiyê derxist asta herî jor. Jinan di sala 2022’yan de hemû perdeyên reş li ser fikir, îrade û hebûna xwe tine kirin û şewitandin. Agir kirin sembola ji nû de vejîn û xwedî li çanda ZERDEŞTÎ derketin, çarşefa reş a ku li şexsê jin de, li ser civak hatbû kişandin rakirin. Şeqam kirin sengera têkoşîn û hesab xwastinê ji hêzên tarîkperest. Salekî pir bi tekoşîn û berxwedanî li hember zilm, zordarî, zêhniyeta mêrsalar bû. Salekî ku dagirkerî, kuştin û talankirina nirxên civakê di asta herî jor de pêş ket û gerdûnî bû, têkoşîna şepolên azadîxwaz û antîkapîtalîst jî gerdûnî bû. Bêguman pêşenga vê şepola xweragir a gerdûnî jin bûn. Misogere ku li ku derê zilm û desthiladarî hebe, li wir serhildan û berxwedan jî heye. Jin jî di roja me ya îro de li hember pêlên tunekirina wê, hewildanên serkeftina heqîqet û jiyanê dide. Çirûska ku bi qetla keça Kurd Jîna Emînî re pêket, weke pêtên agir xwe li her kesekî ku li pey azadiyê de ye dipêçe. Ev agir her roj geş dibe, dibe hêvî, îrade, cesaret û lêgerînên jiyanekî azad. Bi kurtasî li hember tunebûnê her dem hewildanên parastina hebûnê heye, ev jî sedema hemû şerên ku li dinyayê diqewimin e, mijokdariya hêzên hegemon li ser civakê û herî zêde li ser jinê didome. Weke Rêber APO diyar dike (jin yekemîn netewe ye ku hatiye mijokdar kirin). Li hember hemû polîtîkayên tinekirin û qetilkirinê jin şerê hebûnê didin. Bi hebûna jinê re, civak hebûna xwe dihese û xwedî li nirxên xwe, fikir û îrada xwe derdikeve. Hebûn û zanebûn nebe, azadî jî nabe, jinan di Îranê de pêhesîn ku heta xwe rizgar nekin nikarin azad bibin, ji bo wê tekoşîna xwe di ware siyasî, civakî de xwertir kirin. Sala 2022’yan de rûpeleke nû di dîroka Rojhilat û Îran de vekir, weke ronesansek li Rojhilata Navîn rol girit û di giştî cîhanê nefesêke nû ava kir. Ji tarîtî (ehrîmenî) ber bi ronahî (ehuramazdayî), ji ferdiyet ber bi civakî bûn, ji kêlî bûn ber bi dîrokî bûnê ve gav avêt. Rêjîmê herî zêde hewil da dengên azadiyê bifetisîne û ji bo wê serlêdana her cûre polîtîkayên înkar û îmha weke girtin, îşkence, îdamê dide. Bi dûrxistina civakê ji nirxên wê yên esasî, hewldan marjînal kirin û obje kirina pirtir a civakê kir. Bi subje kirina xwe û hakmiyeta mutleq a xwe, pênase ya ZILUELLAH (siha xwedê) pirtir nîşanê civakê de. JIN weke metirsiya herî mezin ji bo xwe dît û bi her awayî êrîşa wê kir. Çiqas hewl da jin ji meydana jiyanê dûr bixe, bi ser neket, ji ber jinan senger û meydana têkoşînê rast nas kirin û rast helbijartin. Jin bi deng û rengê xwe, xwe gihande jiyanê û azadiya kolektîf û civakî ji her kesî re pênase kir. Jin, Jiyan, Azadî hemû qelîştokên ku di navbera mirov û xwezayê de, mirov û mirov de, jin û mêr de çêbibû digre û jiyaneke demokratîk û azad disepîne. Berî her tiştî şoreşekî zihnîye, şoreşekî siyasî û civakî ye. Di serî de hemû qalibên mêrsalarî, desthilatî hildiweşîne, bi Jin, Jiyan, Azadî hişmendîyeke demokratîk weke alternatîfa herî xurt tê avakirin. Ne tenê dirûşmeyek bû, manîfestoya jiyanê diyar kir, paradîgma tekoşînê bû jiyaneke bê desthilat ava kir. Ji bo wê her kesî netew, bawerî, jin û ciwana hebûna xwe di vê dirûşmeyê de dît, bû îfadeye çand û zimanê her kesî. Di dîroka gelên Îranê de, cara yeke ku mêran jî ewqasî bi zanist azadiya xwe di azadiya jinan de dîtin, rizgariya xwe di rizgariya jin de dîtin. Jinan bi xwe re mêr jî anîn meydanê, di pêvajoya serhildanan de dîmenekî jinekê çawa di kolanan mêran jî dîne qada tekoşînê rekor şikand. Pir caran mêr bi çorsî dikarin bêjin em ji bo azadiya walat şer dikin, lê nabêjin destpêkê em xwe ji pergala zayendperest, desthilat rizgar bikin, pêwîstiyê xwe bi azadiyê nabînin. Naveroka şoreşê re mêr jî pêhesîn ku kole û qurbaniyê pergalê ne, lewra berî her tiştî pêwîste xwe ji vê pergalê rizgar bikin. Wê Bidome…
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 504
Tarzê fermandar divê çi bibe, yekser bersiva wî ewe; divê kesayeta fermandar, bê eman bi şer ve girêdayî be. Fermandar, di hemû taktîkên şer de afrîner e, bi vîna xwe wekî pola ye, şikestin li ba wî tuneye, di demên pêwist de tûjbiyinê dide der û derdora xwe rêxistin dike, bi qasî ku kesên di bin venêrîya xwe bi pîvanên partiyê ve girê dide, ewqas jî yên li ser xwe girê dide. Di nava pêkhateya xwe de, her dem di nava lêgerîna kesên bi îrade avakirinê de ye, ji pêkhataye wî fermandarên demê derdikevin. Di PKK'de, yê ku wêrekî ava dike, yê ku moral ava dike, yê ku îrade ava dike, yê ku perwerde dike fermandar e. Fermandar, rastiyan dişopîne, çavdêriyên wê xurt in, di çavdêriyên xwe de bi edalet e, di feraseta fermandar de, yên jor an jî yên jêr nînin, yên baş an jî yên xirab nînin, erka fermandar ne cudaperestî kirine, fermandar, ew kese ku, dikare perwerde bike û pîvanên partiyê di herkesî de biçîne. Fermandar, herkesî wekî hev digire dest û pîvanên partiyê ji bo herkesî wekî hev dixe meriyetê, disiplîn û venêriyê kêm nake. Fermandar, wateyekî mezin dide taktîkên şer û di taktîkên xwe de, bi ser dixe, di taktîk de nade wenda kirin. Fermandar, li beramberî şaşîtî û kêmasiyan yekser xwedî helweste, rastiyan wisa dixe meriyetê ku kes nikaribe li pêşiya wî bisekine. Bê ku bixwe û vexwe ji xitabeta xwe, heta tarzê xwe yê çalakiyê, di warê exlaq û moral de, heta ferasata wî ya felsefî, ji asta wî ya birdozî û siyasî bigrin heta asta wî ya leşkerî, ji asta wî ya ku girîngî dide rêxistinbuyin heta rast nirxandina erdingariyê, ji nirxandina rast ya dostan, heta ji bo dijminê wî tiştên ku girîngin, bi hemû aliyan ve di dem û cihê wî de yê ku xwe fêr dike, dibîne, fêm dike, tê dighîje û bi wate dike ye. Fermandarê şer, di asta pêş de, ji dîplomasiyê bigrin, di giştî ziravtiyên jiyanê de, divê serwer be. Fermandarekî şer, ji her tiştî fêm dike, ji her tiştî agahdar dibe û li gorî wî, xwe vesazî dike. Di PKK'ê de, fermandarekî, bi qasî ji her tiştî fêm dike, ewqas jî xwediyê hêza pêk anînê ye. Fermandar, xulaseya jiyanê ye. Hemû pêwîstiyên jiyanê hesap dike, li gorî wê tevgerandin û herikandinan çê dike. Fermandar, hêza fikir, zikir û çalakî ye, ji şer bawer dike û dizane ku, wê pirsgirêk bi şer çareser bibin. Bi kurtasî di PKK'ê de, ev pîvan pênaseya fermandar in.
Wekî xulase; em dikarin bêjin, bi derketina Rêbertî û PKK'ê re, êdî ew şerê klasîk yê Kurdan bi dawî dibe. Bi şerê PKK'ê ve êdî ew Kurdê tenê bi qehremantî şer dike, lê herî dawî bin dikeve jî, bi dawî dibe. Di PKK'ê de, fermandarî ji jor ve nayê, berovajî wî, ji jêr ve bi kedê ve ava dibe. Ji xwe di PKK'ê de wisa ye, kesayet milîtanekî baş be, ne li jor, her dem li pêş be, di mijara azadiyê de xwe îkna kiribe dibe fermandar. Di çanda fermandariya PKK'ê de wisa ye; ked fermandar dide diyar kirin, kê/kî ked bide, ew fermandar e. Ger kesayet, pîvanên azadiyê, di lêgerên xwe de, di feraseta xwe de, rast dabe ava kirin, wê gavê ew kes fermandar e. Di rastî de militantî û fermandar wekî goşt û neynûk in, ji hev ne qut in. Fermandar, xwe dispêre kedê, gelek fermandarên me hene, ew ji jor de nehatine, ew di milê kedê de, gavekî li pêş in, ji ber wî jî fermandar in. Pîvanên fermandariya PKK'ê, wisa ne. Ji bo fermandarên PKK çi tê gotin; ewe ku gavekî li pêş avaniya xwe ye. Fermandar, di tarzê fikrandinê de, pêwiste di pêşiya avaniya xwe de be. Di rih de, di pêşiya avaniya xwe de be. Di wêrektî de di pêşiya avaniya xwe de be. Di pîvanên partîbunê de, di pêşiya avaniya xwe de be. Di tekoşîna îdeolojîk de, di pêşiya avaniya xwe de be. Di ked, wêrektî û moral de pêşeng be. Di PKK'ê de, pêşengtî ne diyardeyekî erzane, pêşengtî, dixwazin di warê fikrandinê de be, dixwazin di warê şer û teqtîkê de be, xwe razandina xetê ye. Pîvanê fermandariya PKK'ê ev e. Wisa tê gotin; militanekî, şerkerekî baş, di heman demî de fermandarekî baş e.
Fermandar ji jor ve nayên, rastiya di PKK'ê de, di gerîlatî de ava bûye de, ew bi xwe fermandarê xwe derxistiye. Em tevgerekî gelan e, ji bo wî di rastiya PKK'ê de, fermandar ji derve, ji cihekî din an jî ji jor ve nayê. Yê ku xwe di xetê de kûr dike, xwe dirazîne rastiyên partiyê, ew fermandar e. Tarzê fermandar û gerîla geriya PKK'ê, ne razber e. Ji bo wê, divê xeta fermandariya PKK'ê, rast bê fêm kirin. Lewma, tevlîbuna fermandariya PKK'ê, li ser bingeha van rastiyan hatiye hunandin. Xebatên Rêbertî yên sereke, di rastiya PKK'ê û şehîdan de, afirandina kadroyan bû. Rêbertî, ji bo xeta rast ya fermandarî bide rûnişkandin, kedekî pir mezin da. Taybet, armanca Rêbertî, bi rêya ava kirina xeta fermandarî, guhertina çarenûsa Kurdan ya klasîk bû.
Di Kurdistanê de, di xeta gerîlagerî de, gava yekem ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatiye avêtin. Ev xeta şerê gerîlagerî hem li dijî dagirkeriyê hem jî li dijî feraseta koledariyê ye. Lewra, bi PKK'ê re li Kurdistanê rastiya gerîla kok veda, di heman demî de ev xeta gerîlagerî hem ji bo gelê Kurd, hem jî ji bo gelê heremê, bu çavakaniya hêvî, bîr û baweriyê. Di Kurdistanê de, bi pêşengtiya fermandarên, di rastiya PKK'ê de têşe girtine de, bi derketina gerîla, xeta xwe parastin û azadiyê çêbu. Di encam de, wekî jin jî, xwe spartina vê xetê, fermandariya jin derxist holê.
Lewra, nirxên di xeta azadiyê de hatine ava kirin, ne ayidê zayendekî ango gelekî an jî kesekî ne, ew nirx; yê giştî mirovahiyê ne. PKK, heqîqetekî pêkhatî ye, lewra kê/kî beşdar bibe, tevlî vê heqîqetê dibe. Beriya PKK'ê, azmunekî fermandarî yê Kurdan nebû. Bingeha fermandariya Kurdan, ji aliyê Heval Hakî Karer ve, di salên 77-79'an de, di çalakiya yekemîn, yê Heval Hakî Karer de hatiye avêtin. Dîsa yê yekemîn, fermandariya yekîneyan dike, Heval Mehmet Karasungur e. Kemal Pir jî, di çalakiyên despêkê de, cihê xwe digire û xeta fermandarî temsîl dike. Tecrûbeyên van hevalan, dibin bingehê xeta fermandariya rast, dibin pîvan.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 511
Mayan Xatûn
Di sedsala 19. de jiyan kiriyê û keça mîreke Êzîdiye. Malbata Mayan Xatûn, êş û komkujiyên ku Êzîdî jiber bawariya xwe rûbirû mane têw jê re dibêjin. Mayan Xatûn bi çanda olê Yêzîdî tê mezinkirin. Li gorî wê çandê Meleka Tawus a ku jiber zanyariya xwe li hember xwedî serî radike ya rastî ji milê xwedî ve meleka herî zêde tê heskirine. Jiber ku xwedî zanyar û azadîxwaze. Ango Êzîdî xwedî çandeke zanyarî, azadîxwaz û serhildêrin. Jiber wan teybetmendiyên xwe ola xwe, zimanê xwe û çanda xwe hertim parastine. Mayan Xatûn jineke polîtîk, xwedî hêzeke ramanî bû. Dema ku hewserê wê Mîr Alî Beg dimire Mayan Xatûn dibe rêvebera eşîra Êzîdiyan. Mayan Xatûn bi rêveberiya xwe ya bi adalet bandoreke pir mezin li ser gelê heremê dide çêkirin. Demekî kin de Mayan Xatûn rêveberiya hemû eşîrên Êzîdiyan û heremê digire serxwe. Bi kesayeta xwe ya bihêz li ser rêveberên Tirk û Osmaniyan bandoreke pir mezin dide çêkirin. Mayan Xatûn di dîrokê de yekemîn jineke Êzîdiye ku dibe Mîr û rêweberiya heremekê dike. Jiber ku nava Êzîdiyan de statûya jinê pir jêre.
Hafse Xana Neqîp
Di 1891’ê de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di salên şer de, nasnameyek girîng a jinekî bi zanabûna xwe jinên kurd rêxistin kirî û di jiyana civakî de bi bandor e. Jinên ji ber xizanî û çewisandinê tengaviyê dijîn, xwe dispêrin Hafse Xanê. Ew, di aliyê civakî de rêvebera jinan bû. Xebatên xwe yên jin û Kurdistanê yên wê dihizirî ku pir dişibin hev, bi hevre dan meşandin. Di 1930’ê de, di derbarê mafên netewî yên kurdan de nameyekê dinivîse û ji bo Cemiyeta Miletan (NY) dişîne. Ev bi navê Kurdan destpêk bû. Hafse Xan, ji bo zanabûna jinên kurd pir zêde xebitî. Di damezirandina rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê de cih girt û jê re serokatî kir. Her wiha dibistanekî şevê ya ji bo jinan xweser vekir. Ev, yekem dibistana Jinên Kurd bû. Ji bo alîkariya Komara Mihabadê ya di 1946’ê de hatî damezirandin xebitî. Paşê neçar bû biçe Îranê. Hafse Xana Neqîp her tim bawer kir ku, mirovatî di xetekî mirovperwerde dikare biguhere-veguhere. Hafse Xana Neqîp, yek ji nûnera çanda jinê ya dema xwe bû. Ji bo nasnameya xwe ya cins û nîjadî têkoşîn dida, bawer dikir ku divê hemû mirov li gor mafên xwe yên gerdûnî yên ji dayîkbûnê ve tên bijîn, wekhev nêzî mirovên ji her gelî dihatin dibû. Hafse Xana Neqîp ji ber nexweşiya penceşêrê, di 15’ê Nîsana 1953’ân de jiyana xwe ji dest da.
Zerîfe
Di sedsala 20 an de bi serhildana Koçgirî weke jineke serhildêr û agîd derdikeve pêş. Jineke welatpervere û hemû jiyana xwe bi berxwedaniya azad kirina Kurdistanê derbas dike. Evîna xwe ya bi Elîşêr re, bi evîna Kurdistanê tê honandin. Di jiyana xwe de bi gotina Heval gazî hewudu kirine. Zerîfe hem jineke helbestvan û polîtîke û hem jî jineke serhildêr û azadîxwaze. Gelek helbest û maqalan dinivîsîne lê piraniyên wan bi destê xayinan dikeve destê dijmin. Di Serhildana Koçgirî de asta pêşengtiyê de rol dileyîze û bi şerê xwe gelek jinên Kurd bandor dike. Şerê çekdarî de bi nîşangeriya xwe deng vedide. Rêxistin kirin û hişyar kirina gel de xebat dide meşandin û çareser kirina pirsgirîkên aşîran de hewildanên pir mezin dide.
Besê
Di serhildana Dersîmê de Besê weke efsaneyek derdikeve pêş. Ji eşîra Alan e a ku Dersîmê de herî bi nav û deng û hevjîna Seyit Riza ye. Bi welatparêzî, şerkerî û lehengiya xwe bandoreke pir mezin çêdike û li hember dijmin şereke pir dijwar dide. Dibin bombebarana balafiran de heyanê cebilxanya xwe bi dawî dike berxwe dide. Dema ku cebilxaneya wê xilas dibe bi keviran berxwe dide û pişt re ji bona ne keve destê dijmin xwe ji zinaran de diavêje. Serhildana Dersîmê de gelek jinên mîna Besê qehreman derdikevin. Tê gotin ku serhildana Dersîmê de nêzî 1500 jinên Kurd ji bona nekevin destê dijmin de weke Besê xwe ji zinaran de diavêjin yan jî xwe bi çeman de berdidin.
Rindêxan
Piştî serhildana Şêx Seyîd, di bin navê Şark İslahat Planî de pêk anînên, li ser Kurdan tên kirin, dibe sedem ku ji milê gelek eşîrên Kurdan ve berxwedanî pêşbikeve. Ew berxwedanên eşîran weke serî rakirinên biçuk jî tên binavkirin. Jiber ku berxwedaniyên eşîran qut qutî û bi herema xwe re sînordar dimînin, wisa tê gotin. Yek ji wan eşîran ku bi berxwedaniya xwe deng vedaye eşîra mala Eliyê Yunise. Mala Eliyê Yunus herî bêtir bi berxwedaniya keça Eliyê Yunus Rindêxan deng vedide. Rindêxan bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe jî dibe efsaneyek. Rindexan ji destpêkê heyanê têkçûyîna şer de, weke agîdekê pêşengiya şer dike. Lê di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê matmayî dimîne. Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindexanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarim li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim”. Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axên bavê te li ku diqede, dike. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye. Tu dikarî piştî Pira Malabadê bibî xwediyê min”. Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindexan dibê “ez dixwazim herî dawî li axa bavê xwe binêrim” û destûra ku biçe ser Pira Malabadê dixwaze. Piştre xwe davêje çemê Batmanê.
Gotinên wê yên dawîn li Pira Malabadê wiha bilind dibe;
''Ezim Rindêxan Keça mîr û axa û çiyan Ey Tirkê Tacik Karê we çi ye li van çiyan Rinda bûye namdar Ez dimirim, birîndar û bê zar Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar''.
Gûlnaz Xanim
Di dîroka agîdiya jinên Kurdan de mînaka din a balkêş jî Gûlnaz Xanim e. Gûlnaz Xanim, serhildana Agîrî de di rêza herî pêş te nava serhildaran de cihê xwe digire. Ji bo parastina sîvîlan bi artêşa Tirkan re ketiya nava şerên dijwar de. Tê gotin ku " dibe tirsa dilê fermandarên Tirk". Pişt re dîl dikeve destê dijmin. Dema ku birayê û kurê wê tê kuştin, dewleta Tirkan serî wan û serhildêrek din jê dikin û dîne nîşanî Gulnaz Xanim dikin. Jê dipirsin; "Ka bibîne tu vana nasdikî yan na!''. Gulnaz Xanim biserbilindî nêzî seriyan dibe; Bi lingê xwe serê Îzzed Beg nîşan dide û tenê dibêje "Ev serê birayê min e". Piştre serê duyemîn nîşan dide û dibêje "Ev jî serê lawê min e". Dema ku tê ber serê sêyemîn bi dileke xemgîn dibêje "Heyfa viya bû, pêşmergeyekî xizmetkar û çalak bû". Ew sekna Gûlnaz Xanim matmayî û bêdengiyeke kur li ser fermandarên Tirk dide çêkirin. Piştre vedigere fermandaran û wiha dibêje; "Berxê nêr ji bo kêr e!''. Gulnaz Xanim 3 sal di zîndana Milazgir, Mûş û di wargehên leşkeran de dîl digirin û didin xebitandinê. Piştî 3 sal şûnde îdam dikin.
Hafza Xan
Ji Silêmanê ye û xwişka Şêx Mahmut Berzencî ye. Bi kesayeta xwe ya netewperver, jinparast, siyasî û wêjeyî derdikeve pêş, di dema xwe de ji bona hişyar kirin û perwerde kirina jinan hewildanên mezin dide û gelek xebatan pêş dixe. Mala xwe dike cîhê perwerde kirina jinan. Dema ku komara Mahabadê tê avakirin bi nameyekê ji bo hertiştî piştgiriya xwe pêşkeş dike. Li ser wê Qazî Muhamed jê re nameyek spasiyê dişîne. Dîsa derbarê doza Kurdan û azadiya jinên Kurdan de nameyan ji meclîsa gelên cîhanê re dişîne. Bi wê avayê pirsgirîka Kurd dibe rojeva gelên cîhanê. Hafza Xan sala 1953 yan de ji qanserê dimire. Dema ku diçe ser dilovaniya xwe, jinên ku ji milê Hafza Xan ve hatine perwerde kirin daxwaziya ku mezelê wê li ser Girê Seyvan çêbibe dikin. Li ser daxwaziya jinan mezelê Hafza Xan li ser Girê Seyvan çêdikin.
Mina Qazi
Di dîroka siyaseta Kurdan de Mîna Qazî kesayetek girînge. Di avakirina komara Mahabadê de roleke mezin dileyîze. Mîna Qazî hevjîna Qazî Muhamede. Mîna Qazî sala 1945 an de tekoşîna jina Kurd de gaveke nû diavêje û rêxistina Yekîtîya Jinên Kurdistan avadike. Bixwe jî dibe serokê wê rêxistinê. Dîsa Komara Mahabadê de erkên girîng digire ser milê xwe. Kovara jinan derdixe. Piştî ku komara Mahabadê hildiveşe şûnde jî Mîna Qazî tekoşîna xwe warê siyasî de dide berdewamkirin. Bi caran tê girtin û di îşkenceyan de derbas dibe. Lê dîsa jî heyanê mirina xwe dest ji tekoşîna xwe bernade.
Leyla Qasim
Leyla Qasim di dîroka Kurdistanê de weke pêşeng û qehremanek şoreşger tê bi nav kirin. Leyla Qasim, li Xaneqîn di nava malbateke hejar û welatperwer de ji dayîk dibe. Li Bexdayê zankoyê ango beşa sosyolojî dixwîne. Sala 1970 yan de dema ku li zankoya Bexdayê xwendewane dibe endamê KDP a İraqê. Bi wê awayê dest bi xebatên xwe yên azadî kirina Kurdistanê dike. Ji ber ku tê gotin:” Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tewlê xebata şoreşgerî bibin” Leyla Qasim hirs dibe û bîryara wan gotinan wala derbixe derdikeve rê. Li ser wê esasê ji bona destxistina mafên netewî li Baxdayê destpê xebatên şoreşgerî ên ciwanên Kurd dike. Leyla Qasim bi rêhevalê xwe Cewad Hemewendî re di sala 1974’an de li ser rewşa sosyolojiya Kurdan gotarek (nutuk)nivîsandin. Lê jiber wê gotarê tên girtin û gotara wan jî bê ku belav bibe dikeve destê sîxurên Baas. 28'e Nîsanê 1974'an de Leyla Qasim bi çar hevalên xwe ve tê girtin û ji îşkenceyên pir giran re derbas dibin. Pişt re bi bîryara îdamê tên dadgehkirin. Leyla di dadgehê de wiha parastina xwe dike: “ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd yê ji xewa giran şiyar bin, ez pir kêfxweşim ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”. Dema ku Leyla Qasim dibin sêdarê marşa Ey reqîb dibêje. Leyla ne tenê ji bona mafên netewa Kurd serî radike, di heman demê li hember rewşa jina Kurd jî serî radike. Di vê derbarê de wiha dibêje:” Heger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî yê hertim bê bin pêkirin.”
Margaret George- Pêşmergeyek Sûryanî
Margaret, jineke pêşmerge ye ku di salên 1960’an de navdar e. Ji ber ku ew pêşmerge bu ji alîyê mirovan dihat heskirin. Wêne yên wêyî bi cil û bergên pêşmergetî da nişandan ku rêya çîya ji hemu jinan re vekîrî ye. Lê jinên din yên ku li Başurê Kurdistan jiyan dikirin qeysa Margaret ne bi şans bun. Di wan şert û mercan de ji bo jinên din nasnameya misilmantî wek astengekî bu. Bêyî ku malbata wan nebe nikaribun biçin çîya. Bav, bira u xwişka wê, bi Margaret re piştgirî dikirin. Wênekêşê Kurd Zaher Rashid yê ku wê deme surete wê kişandi bu wisa bahsdikir: ‘‘Ez margaretê baş nas dikim. Wê deme dihat Qela Diz. Pir caran dihat stüdyoya min ya wêneyan. Ji ber ku ji wêneyan pir hes dikir. Pir mirov dihat wêneyên wê ji min dixwestin. Bi taybet jî Kurdên Iran. Ji ber ku ew pêşmergeyek li çîya şer dikir û navdar bu. Peşmergeyên li çîya jî wêneyên wê li gel xwe digirtin’’ dawîya jiyana Margaret bi êş e. Tê iddia kirin ku fermandarek peşmergeyan xwestiye pêre peywendî deyne, lê dema ku wê ev red kiri ye bi şiklekî kiryarê wê ne diyar hatiye kuştin. Lê ew di hafiza Kurd u Suryaniyan de ew qehremanek e.
Keça Nexedeyî
Keça Nexedeyî, yek ji jinên herî bi hêz ya serdema Komara Mahabadê ye. Navê wê yê rast nayê zanîn. Ji ber ku gel wê weke Keça Nexedeyî bi nav dikin. Keça Nexedeyî, bi tekoşîn, egîdî û jêhatîbûna xwe nava civaka Mahabatê de binav û deng dibe. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Nexedeyî, hîn di destpêka ciwantiya xwede dikeve nava hewildanên azadiya Kurdistanê. Di salên 1941-42’an de bi awayeke çalak beşdarî xebatên damezrandina komara Mahabadê dibe. Rejîma Îranê ji bo vê tekoşera Kurd poşman bike û teslîm bigire êşkenceyên pir dijwar lê dike. Keça Nexedeyî bi mehan zincîranve girêdayî dimîne û çavê wê tê kor kirin. Dema ku rejîma Îranê dibîne, Keça Nexedeyî ji berxwedaniya xwe dest bernade, wê çaxê 1947 an de wê jina şoreşger darve dikin.
Ji Dersên Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan Hatiye Berhev Kirin
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 500
Beriya mirov behsa fermandarî bike, divê mirov behsa YJA Star'ê bike. Lewra YJA Star bi pêşengtiya jin, bi fedakarî û wêrekbûyina jin û herî zêde jî bi keda Rêbertî , hat ava kirin, di heman demî yên YJA Star'ê ava kirin fermandarên jin in. YJA Star jî, wana ava kir. Mirov, îro li hindek pêş ketinan mêze dike, difikire ku bi hêsanî çêbûne. Lewra di rastî de, çêbûne tiştan qet hêsan nebuye. Her çêbûyînekî bi xwe re gelek berdêlên giran jî biriye. Her çiqas, di destpêka tevgera me de jin, bi rista pêşengtî tevlî bûye jî, di nava şer de pir bi nêzikatiyên paşve mayî re, rû bi rû maye. Beriya ava bûyina YJA Star'ê, di dîroka tevgera jina azad de, gelek ceribandinên jinan ên xwe rêxistin kirinê hene. Lê, ji ber mijara me li ser fermandariyê ye emê nekevin berfirehiya van mijaran. Lê, wekî xulase be jî mirov bêjê, piştî pratîka Zelê û dahûrandinên Rêbertî li ser pratîka Zelê, êdî rewşa jin, digîhîje astekî cûda. Ji ber di van pêvajoyan de, jin wekî amûr, wekî barê şoreşê, her wiha pir bi nêzikatiyên paşve mayî re rû bi rû ye. Wekî nêzîkatî Rêbertî vana rexne dike û di salên 93'an de artêşbûna jin dixe rojevê. Ji ber texlîlên Rêbertî digîhîje wê astê ku, 'jin azad nebe, civak jî azad nabe ye'. Li ser vê esasê, roja şehadeta Şehîd Bêrîtan, 25'ê Cotmehê wekî mîlada artêş bûyina jin, tê pejirandin û YJA Star derdikeve ser rûpelên dîrokê. Artêş bûyina jin, beriya wî xwe dispêrê rêxistin bûyina jin ên qadên civakî û di çiya de şêrê gerîla yên jin. Ev di astekî de, ger mirov binirxîne, şoreş di nava şoreşê de pêçandine, her wiha artêş bûyina jin, bi xelekên beriya xwe ve gihaşt asta YJA Star. Lewra mirov dikare êdî pirs bike, çima YJA Star? Çima navekî din nîne, bi taybetî YJA STAR ango Yekîneyên Jinên Azad ên STAR? Çiye wateya Star? Wateya navê xwe yê dîrokî zanîn girîng e. Lewra, ger navekî hebe, pêwîste armanc û sedemên hebûna wî jî hebin. Nav armanc dide diyar kirin, nav sedemên hebûnê di hundirê xwe de diparêz e. Star jî, divê watê de hem wekî armanc, hem jî, sedemên hebûna xwe di bîra civakê de veşartiye. Hindek tişt hene girêdayî bîra civakî ne. Rêbertî, di nîşeyên xwe yên hevdîtinê de, gelek caran ji parezerên xwe re dipirse; ''Ya Star, ma ev li gel we jî nayê gotin?'' û pir bi kelecanekî mezin, berdewan dike û dibê; ''Ew xwedavend, Îştar e', Îştar, Star û Stêrk e. Star, xwedavenda destpêkê ye. Xwedavenda yekemîn di zimanê me de bi navê Star hatiye pêşwazî kirin''. Hêza xwe ji dîrokê girtin, civakê di rastiyên dîrokî de dest girtin, rêbazên Rêbertî yên rejîma heqîqetê ne. Star di hafizaya civakê de, xwedavenda evînê û xwedavenda parastina civakê ye. Star, strandin tê wateya parastinê, tê wateya şewq, stêrk, qaimbuyin, xurtbûyinê. Jin, di dema neolotîkê de şerker in û civakê diparêz in. Niha jî, di Kurdistanê de dema tengavîyekî ango zehmetiyekî di qewime, dapîr û bapîrên me yekser dibên 'Ya Star', bangawaziya xwe ji Star re dikin. Hêna jî ev çand berdewam e, ev wateya Star ya dîrokî jî dide diyar kirin. Ev xwedavenda Sumer weke Nînhursag, Babîlî jî weke Gula Bau bi nav dikin, xwedavenda dayîk Star e ku li Mezopotamyaya Jorîn Kurd weke Stêrk jî bi nav dikin. Bi Sumerî Nîn= nasnava Xwedavendê, Hûr=çiya, gir, Sag=perçe, herêm, di vê wateyê de ye. Ji bo Mezopotamyaya Jêr çiya; li gorî ku Zagros û rêzeçiyayên wî ne, Navê Nînhûrsagê, weke delîlek e ji bo ku çanda xwedavendîtî ji çiyayan daketiye.
Nînhursag, dema xwedavenda herêma çiyayên Zagrosê bûye, di ser Enkî re bûye. Lê piştre, bi Enkiyê ku temsilkarê sembolîk ê çîna jor a Sumeriyan û şaristaniya dewletparêzê re, dibe yek ji çar xwedayên afirîner(An, Enlîl, Nînhursag, Enkî) “Dayîka kedê ya şaristaniya Neolîtîk pêş xistiye temsîl dike. Civaka li derdora dayîkê bilind dibe, weke sîmgeya xwedayîtî nasname qezenckirin e.” “Di zimanê Aryen de beriya dakevin deştên Ferat û Dîcleyê, temsîla xwedavenda navê wê Star e (piştre bi Akadî Îştar), rastiya dîrokî ya di çavkaniya mîtolojiya Sumer de bi balkêşî datîne holê. Weke berhema şoreşa çandiniyê ya Neolîtîk a çanda xwedavendê, hêza wê û bi Sumerî çawa dane veguherandin bi zelalî tîne ziman.”(3)
Star parazvan e, Star parazvana hebûn û jiyana civakê ye. Divê em, wateya navê xwe yê dîrokî baş bizanibin. Ne tesadûfe ku, di dîrokê de careke din, li Mezopotamya, li Zagros û Torosan bi navê STAR artêşekî jin hat ava kirin. Ev tê wateya vegera ser kokên xwe û li ser kokên xwe, ji nûve xwe şîn kirinê. Artêşa Star, YJA STAR li ser şopa Staran hatiye ava kirin. Ev pir bi wate û di heman demî de pir bi rûmet e. Di bingeha ava kirina YJA Star de, armanca, parastina jin, parastina civakê, parastina wekhevî û azadiyê heye. YJA Star, xwedî erkekî dîrokî ye û bi erka xwe ya dîrokî rista xwe dilîze. Di destpêka mirovahiyê de Star dihat çi wateyê, di roja me ya îro de jî gihiştiyê vê rastiya xwe ya dîrokî.
Di dîrokê du rûbar hene; yek desthilatdarî, ya din jî azadiye. Xeta desthilatdarî bi xwe re şaristaniyê ava kir. Ya din jî bi xwe nirxên civaka xwezayî ne û ji destpêkê, heta niha, ji bo parastina nirxên civakî şerê berxwedaniyê dikin. Desthilatdarî, nûnertiya xeta îxanetê dike û li dijî nirxên civaka xwezayî, pêş ketiye. Xeta din, ya berxwedanî jî, rast xwedî derketina wan nirxên civaka xwezayî ne. Lê em dema li dîrokê mêze bikin, ên ku di dîrokê de di destpêkê de li nirxên civaka xwezayî xwedî derketine jin in. Lewma, ên li dijî wî derketine jî, yên bingeha şaristaniyê ava kirine ne. Di destpêka şaristaniyê de şaman, şef, zilamên şer heye. Lewra, ji aliyê van zilaman ve, di warê şerkeriyê de desthilatdariyekî dijî pergala jin, tê pêş xistin. Di vê wateyê de hindek lingên bingehîn ên desthilatdarî jî hene. Çine wana aborî û artêş in. Van her du mijaran ji bo desthilatdariyê nebe nabe ye. Lingên esasî ne, qadên jiyanê ne. Ji ber vê yekê, yekemîn karê van zilaman jin, ji van qadên jiyanê derxistin e. Dema aborî tê gotin zilam tê bîra mirov. Dema siyaset tê gotin, zilam tê bîra mirov. Dema artêş tê gotin, dîsa zilam tê bîra mirov. Ji ber ku zilam di serxistina şerê xwe de, di van qadan de jinan têk biriye. Van qadên ku em navên wan dibêjin, qadên herî bingehîn ên jiyanê ne. Ger jin di van qadan de tine be, tê wê wateyê ku jin hebûna xwe wenda kiriye ango jin, di jiyanê de bê parastin maye, ji jiyanê hatiye qewitandin. Em bala xwe bidinê, ger em bêjin aboriya jin nînê, tê wê wateyê derfetên jiyanî yên jin nînin. Ger em bêjin, mafê jin ên siyasetê, ên polîtîkayê nîne, tê wê wateyê jin hêza xwe ya biryarê wenda kiriye. Ger em bêjin jin, nikare şer bike, tê wê wateyê jin hêza xwe ya parastinê wenda kiriye. Vana wekî xelekekî bi hev re girêdayîne û ger vana nebin li wir îradeya jin jî nîne. Pêwîste, em ji nûve, xelekên xwe yên parastinê ava bikin. Ger em wateya xweya dîrokî nizanibin, em îro jî rast nikarin şîrove bikin. Wateya navê xwe zanîn divê wateyê de jî pir giring e. YJA Star, hêviya serkeftina dîrokî ya jin e, di naveroka navê STAR de, bi dest xistina hemû qadên jiyanê heye.
Di dîrokê de kesên mohra xwe li dîrokê dane piranî zilam in. Navê jinê di dîrokê de hatiye wenda kirin. Şer, bi dagirkerî û desthilatdariya zilam pêş ketiye. Artêş jî, fermandar jî zilam in, jin di van karan de nîne. Di vê wateyê de jî, YJA STAR, ji dîroka şer ên ku bi destê zilam ve hatiye nivisandin re bersivekî dîrokî ye. YJA Star, bi rêxistin kirina hêza jin, di nava hêzên parastinê de karaktera artêşan guhert. Wekî tevgerekî şoreşger PKK, ne tenê di dîroka şerên desthilatdaran de, di heman demî de, di dîroka şerên xwe parastinê de jî guhertin da ava kirin. PKK bi tevlî kirin û pêşengî dayina jinê re, di şerê artêşan de jî, di şerê gerîla de jî, guhertin da çêkirin. Di vê milê de ev mînak e. Di vê em vê bizanin. Em wekî hêzên parastina jin, me xwe bi navê Star rêxistin kir. Ev di heman demî de, ji nûve peyda kirina hebûna jinê ye. Bi kurtahî em navê Star wisa dikarin bigrin dest.
Ji Dersa Zozan Çewlîk a Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 752
Ma em bi hestên xwe re di têkiliyê de ne? Di hestên me û têkiliyên me de kîjan fikir diyarkerin? Ango fikrên ku van hestan tine dihesibînin, înkar dikin, ji rê derdixin, bi tirs digirin dest hene? An jî fikra ku van hestan dibîne, nas dike, penase dike, bi rêxistinkirinê hedef dike hene? Bi qasî qebûlkirina hestên me û ew penasekirinê, çawa bidestgirtina van hestan jî mijareke girînge. Ev diyarbûna hestan di jiyana me de ye. Di tercîhên me de, biryarbûna me de, çalakiyên me de û bi awayeke giştî di her kêliya jiyana me ya şoreşgerî de ya ku xwe dide hîs kirin ev e. Em tine jî bi hesibînin, em înkar jî bikin cardin diyarker e. Em nepixandî, werimandi jî bidest bigrin, xwe bi xapînin jî, bi awayeke ne li rê bidest jî bigirin cardin diyarkerin. Lê di vê destgirtinê de bi awayeke neyênî nebaş diyarker dibin. Lê heger em guhdarî hîsên xwe bikin, em li ser hestên xwe yên xemgînî, acizî, kelecan hakim bin her wiha em bi hestên xwe re di nava têkiliyeke bi pîvan de bin, em vê bi ser bixin, em li qiraxa û qoziyan belav nebin ev hest dikarin di aliyên baş de jî rist bilîzin. Heta dikarin di aliyê başiyê de jî diyarker bin. Li gor nêzîkatiya xwe ya baş û bi tendurustî em hestên xwe û nêzîkatiyên xwe yên ji hestan re di jiyana xwe de li gor zeman û mekan bidin rûnişkandin em ê sûda erênî ji wan bigirin. Di aliyên pozîtîf de wê encam bidin. Bi baldariya van mijaran em bi hestên xwe re têkiliyên erênî daynin, wan di ber çavan re derbas bikin, em zindîbûna hîs bikin wê her roja derbas bibe bi me re fêrbûnên hosta bide pêşxistin.
Rêber APO têkiliyên xwe bi hestan re wiha dinirxîne; “Min hest-fikrandinên xwe, ya herî girîng jî keda xwe, hewildana xwe bi pîvaneke gelek zirav sazûman kir û gihand asta vê sazûmaniya zirav… Mîlîtaniyek partîbûnê dikarim pir eşkere bibêjim ku xwe paqijkirina ji hest û fikrên bi qasî spiyekê ne. Her tim xwe dawerandin e. Ez her roj xwe paqij dikim. Niha ez bibêjim ez rojê çend spiya dikujim dibe ku hûn loma ji min bikin, lê ez her roj dikujim. Ev paqijiyeke û kesên wiha xwe paqij kirine bilind bûne, yên bilind bûne bi serketine… Fesadî ketiye nava hest û fikrên we. Pir kirêt- nexweşike, zêde ne tûj û zelalin… Li fikir û hestên xwe yên rojane mêze bikin, we di keritînin… Hestên we heta radeya dawiyê ku we bi zêdehî ji hêzê dixin… Ev heqaretek mezin e!.. Divê hestên mezin, fikrên mezin, çalakiyên mezin li we werin, yê we bin. Yê min ji bo min besin. Pêwîstiya we heye, ji bo girtina mezinbûnên wiha hûnê çima di nava înkara de bin, hûnê çima bê xîret bin? Hûn pir feqîrin. Di her aliyî de hûn feqîrin. Feqîrê hestane, feqîrê xweşikiyan, feqîrê pîvanan, feqîrê hîsan, feqîrê aliyên siyasî, leşkerî, feqîrê terz, tempo, uslub in. Ev hemû bi were pir zêde ne. Wan fetîh bikin. Ya herî girîng jî feqiriya pîvan û terbiyê ye. Ev di asta herî jor de û bi lez derbas bikin. Dûbare diyar dikim, ez van çekan pir baş bikar tînim. Mînak ez jî însana hestiyar dikim. Ev hêza hestên gel yê niha dijmin qehr dike. Li derdora min bi hest bûyîn, ez hertim bibîr anîn, ez hertim anîna ser ziman tê wateya lêdana dijmine. Ji min hezkirin li dijmin dayîne. Herkes vê dizane ku min hestên xwe, heskirina xwe anîye vê astê. Min ev çawa pêşxist min çiqasî bi nazikî pêş xist? Ji bo avakirina van hestan min salên xwe dan. We dersa hestan qet ne dîtiye. Lê ev çil sale ez vê dersê dibînim.”
‘‘Dersa Hestan’’ terbiyekirina hestan, naskirin wan ji bo me dibe perwerdeya heya dawiya jiyana me. Heya însan dijîn hest jî dijîn. Ji ber vê perwerdekirina hestan, terbiyekirin, bi pîvankirin jî weke hûnerekê heya dawiya jiyanê berdewam dike. Qada hestan qada herî zehmet ya ku mirov dibêje; “min xwe perwerde kir, min xwe nas kir, min xwe tehlîl kir, naskir” bi xwe ye. Heger ne wiha bûna Rêber APO ne di got “Ev çil sale waneya ku ez dibînim eve”. Têkiliyên me bi hestên me re pêş dikevin. Em çiqas di ferqa wan de bin, wan perwerde bikin, em ê xwe baştir nasbikin. Heger hertim têkiliyên me bi hestên me re, parvekirina me bi wan re tine be û em hestên xwe zindî nehêlin em nikarin wan bi wate bikin. Heger em nikaribin hestên xwe bi wate bikin em nikarin wan perwerde jî bikin. Em wan perwerde nekin em nikarin polîtîk jî bikin.
Hest çiqasî bi tendurustî bin, aqil herikbar dibe û biberhem dibe. Xetimandina hestan, di kêliyê de eliqî mayîn, aloziyan jiyan bike, dibe sedema kesê xwediyê van hestan bibe wek gêjan. Çiqasî bi aqil û zekî be jî xwediyê van hestan dibin wek gêja. Ev hest mirov dikarin bibin berbi fikrên bi nexweşî. Ji ber vê guhdarîkirina hestan gelek girînge. Lê wek mîlîtanên azadiyê yên serkeftî, azadîxwaz, têkoşervan divê em bikaribin dengê hestên xwe, gotinên hestên xwe, çi didin hîs kirin, bi aqlê xwe bi vîna xwe bi zekaya xwe ya analitik û hestiyar guhdar bikin û binirxînin. Pêwîstiya hestan jî bi paqijkirin-dawerîn, safîbûn û zelalkirinê heye. Em bikaribin bi çavê dil, bi hîs û sezgiyên xwe yên hindirîn, bi dîtina hindirîn di aqil û vîna xwe de dawerînîn û li wan mêze bikin. Dema em wiha bikin em ê bibin însanê bi tewazun. Lê em hestên xwe bêserûber, serberdayî, bê pîvan, bê zanîn bihêlin bi hinek deman re teng bigirin dest an jî hestên xwe zêde bi werimînin û xwe werimî nîşan bidin, an jî em hestên xwe bi têkiliya zekaya analîtîk û hestiyar negirin dest û terbiye nekin dibe ku em, hem hestên xwe hem jî tendurustiya aqlê xwe wenda bikin.
Di hinek kêliyan de tenê hestên me serwerin. Aqil di van kêliyan de ne li pêşe ji ber em li hay ji xetayên xwe nînin. Bi bîranîna van xetayan em dikarin li ser van kêliyan rawestin. Bi vî awayî em bi ceribandinên xwe yên xwebûnê tecrûbeyan digirin. Her wiha di kêliyên ku êş û çoşên pir mezin jiyan dibin de herî zêde hestên xwînsariyê pêwîstin. Çima? Ji ber ev herdû hest dikarin mirovan bibin berbi aliyên dijber jî. Di vê mijarê de şert û merc, mekan jî li ser hestan tesîr dikin. Hest jî dikarin şert û mercan diyar bikin. Şert û merc jî dikarin hestan tesîr bikin. Divê em van herdû aliyan hertim li ber çavan bigirin. Bi mêzekirinek dîroka me ya şer em dikarin xwe di perwerdeya hestan de derbas bikin. Em dikarin “dersa hestan bibînin”.
Rêber Apo dibêje; “Bi qasî ku têra hemû jiyanê bike û di her kêliya jiyanê de derbasdar be ji hestên sînorkirin û bes dîtinê re firsend ne dayîn. Rê nedayîna van hestan… Serkeftin heye, lê ketina hewaya serxweşiya vê serkeftinê bi vebirî nabe. Heya niha jî derûniyeke wiha ku li ser min heye ez ji we re bêjim. Dema ez bi ser dikevim ez nakevim hestên serxweşiyê lê nerehetiyek pêş dikeve. Ango azwerî, zewq û ked bi temamî ji bo afirandina serkeftinê pêş dikeve û ez xwe di nava pêvajoya qezencan de dibînim. Piştî ez tiştekî bidest dixim êdî ew ji ya min bûnê derbas dibe. Ew dibe ya herkesî.”
Weke vê em dikarin gelek ceribandin û biwêjan zêde bikin. Ji van ceribandina dersa hestan ya ku em bigirin bi gotina Rêbertiya me “yên hestên herî mezin bi armancê re bidin girêdan, pêwîst bike dikarin dijmin jî di nava van hestan de bicih bikin.” Rêber APO di gelek dahûrînên xwe de pratîkên me yên şer, ceribandinên me yên partiyê, têkiliyên me yên jiyana civakî, têkiliyên jin-zilam bi berfirehî bidest girtine û nirxandine. Em dikarin kurteyek ji van nirxandinan wiha parvebikin.
…Hûnê xweşikiyê bidest bixin, azwerî û hestan jî pêş bixin. Ji bo vê ez dibêjim hûnê hinekî lêbikolin û zanibin têbikoşin. Têkiliyeke hestan ya bê tekoşîn nabe. Dema ez behsa têkoşînê dikim ez nabejim hûnê çavê hev dû derxin. Divê mijarê de bi tu awayî ez hinekî ji we re nabim hêvî. Hûn di famkirina nakokiyê de û ya herî girîng jî di derbaskirina nakokiyan de bi terzê bi pîvan nizanin têbikoşin. Di têkiliyên we yên heskirin û hestan de, di bertekên we de bêpîvanî heye. Ger di hestên min de jî bêpîvanî hebûna ma wê têkiliya Kurdan çawa bûna? Weke min got, wê bifetisiyana, biçûna û ti pêşketin jî çênedibûn. Ev tehlûke ji bo we gelek berbiçave. Hinek bibin xwedî wîjdan.”
Ji bo ku têkiliyên me yên hestan berbi aliyên başiyê de biçin divê em bi têkiliyên xwe re di nava parvekirineke bi tenduristî de bin. Encax bi vî awayî em dikarin encamên bi tendurustî bigirin. Di biryarên me de, şekilgirtina tevgerên me, tevlîbûna me ya şoreşê de, erkên ku em bicîh tînin de rista hestên me hene. Em çiqasî van hestên xwe bi awayeke kûr û bihêz bidest bigirin û bizanibin em ê ewqasî encamên mezin jî bigirin. Eksî vê jî dikare jiyan bibe. Aqilê ku bi hest û hîsan berbi biryaran ve naçe, hîs û hestan guhdar nake, ji van biyanî bûye her wiha aqlê bê rûh jî bûyereke din ya girînge. Ma çima em di gelek kêliyan de hîs-hestên xwe guhdar nakin, şens nadin ajoyên xwe yên hindirîn û hestên xwe? Em wan guhdar nakin, cîdî nagirin her wiha rêya rast ku nîşanî me didin nabînin û şens nadin wan. Dibe ku tesîra zanistperestiya Ewrûpa û pozîtîvîzmê li ser hest û zîhniyeta me jî kiribe. Ji ber vê em nikarin van rengan bibînin. Ev tesîra aqlê pozîtîvîst ku li rovaja zanistperestî pêşxistiye wiha ye; “aqil û hest du diyardeyên dijberî hevin. Hêza aqil ji ya hestan zêdetire. Aqil ji hestan çiqasî were paqijkirin û xwerû be ewqasî zelal û sexlem di xebite. Lê heger hêza aqil li ser hestan kêm bibe wê demê wê kar tevlîhev bibin.” Dibe ku ev fikir tesîr li ser me jî kiribe. Divê em ji xwe bibirsin. Ne zekayek tenê bi hestan bi xebite, ne jî aqilekî tenê bi mantiqê hişk û zuha bi xebite me polîtîk dike. Ango di avakirina pergalek demokratîk û azad de me nake kesayeta azad ya bi tendurustî.
Heger têkiliya me bi hestên me re di asta ne pênasekirin, ne naskirin, ne girîng dîtinê de be û tine hesabkirinê de be ev rewşeke gelek bi tehlûke ye. Rewşa însaneke ku hestekî bi hêz û kûr jiyan neke jî cardin wiha ye. Ev bêhestbûne û pir bi tehlûke ye. Divê însan li ser hestên xwe yên ku aqil tesîr dikin, ji rê derdixin, di fetisînin jî hakim be, ji wan rizgar bibe, bi awayeke tendurustî ji wan dûr bikeve. Hevberdana ji van hestan pêwîste. Li hemberî hestên însan bê hişyarî, bêrêzî, girîngî nedayîna hestan jî kêmbûna ji însanbûnê eşkere dike. Heger ev neyên derbas kirin wê însan berbi sînorên tehlûkeyan ve bibe. Rêber APO berî niha bi salan bal kişandiye ser tehlûkeyên vê mijarê; “Ya herî xerab jî hûn bêhestbûneke muthîş jiyan dikin. Faşizm bi rêbazên şerê taybet, bi şerê derûnî ajoyên heywanî yên didin kolekirin bi derfetên kolekirinê ve dide girêdan û însan ji cewherê wê dide valakirin. Bi vê rêbazê pir bi tehlûke însanan birêve dibe. Ajoyan bi enaniyetê didin axaftin. Herkes bi awayeke tirsnak enanî bûye. Herkes dikare ji bo berjewendiyeke xwe ya besît bibêje “bila cîhan hilweşe, bila hemû civak bi dawî bibe”. Ev encam wan kesan jî nade jiyan kirin. Lê ev wek bîrdoziyeke faşîst hatiye pejirandin. Bê heste, ji xwe hestên faşîzmê tine ne. Faşîzm însana dike celad. Piştî ku faşîzm însana bêhest dike, ji dagiriyê re vekirî dihêle, bi kar tîne û her karî dide kirin”. Ji bo kes neyê van sînorên bi tehlûke divê mirov hay ji hestên xwe hebe, wan bizanibe, bi nav bike, mezin bike bi hêza fikir û felsefê bilind bike û polîtîk bike. Ev bûyerek jiyanî ye.
Komîteya Jineolojî Ya PAJK'ê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 463
1- Rojhilata Navîn 'Baweriya Xweda'
Di şerê fetih kirinê de di wateya baweriyê de, em mînaka, Rojhilata Navîn bidin. Mijara herî bi bandor di Rojhilata Navîn de di aliyê bawerî û fikir de şer pêş xistin de, Îslamiyet e. Li Rojhilata Navîn, fetîhên herî mezin kî kirine û li ser navê çi kirine? Teqez û bê nîqaş, li ser navên Îslamiyetê hatine kirin. Li ser navê Îslamiyetê şerê fetih pir hatine kirin. Bi navê baweriya xwedê şer hatiye kirin. Îslamiyet bi xwe, bi baweriya xwedê hatiye ava kirin. Di Îslamiyetê de, artêş tên ava kirin û bi artêş fetih pêk tên. Îslamiyet şûrê xwedê ye. Xwe bi şûr hakîm dike. Îslamiyet bi qasî, ji bo vê cihanê şer dike, ewqas jî ji bo cihana din şer dike. Di Îslamiyetê de, şer li ser esasê baweriyê pêş dikeve, gelek fermandarên wî jî derdikevin. Ji nîv girava Erebîstanê bigrin heta Rojhilata dûr tevgerekî fetihê pêş dixin. Bi vê rêyê nîviyê cihanê fetih dikin. Bê bawerî şer nabe, bawerî hebe, şer dikare pêş bikeve û berfireh xwe pêkan bike.
2- Îskenderê Makedon 'Fikra Helenîstîk'
Îskender, kurê Fîlîp yê qralê Makedon e. Fîlîp dema amadekarîya êrîşê Persan de, tê kuştin (B.Z 336). Piştî mirina Fîlîp, kurê wî Îskender dibe qralê Makedon. Îskender kesayetekî perwerde kiriye, bingeha fikrên wî ji aliyê Arîsto de tên amade kirin. Arîsto wî li ser felsefeya ku dibê; ''Hêza Yewnenîstanê heye, bibe desthilatê giştî cihanê. Lê ji bo wî divê kesê Yewnenîstan bi rêve bibe, tekane be, serê xwe li ber kesî netewîne û hetta qanûnan jî bikaribe bin pê bike.'' Çavkaniya fikrê Îskender Arîsto ye. Xeyalê Îskender ewe, bibe xwediyê welatekî ku roj lê dertê û lê diçe ava. Li ser fikra Helenîstîk berê xwe dide, Rojhilata Navîn û heta Hindan fetih dike. Fikra helenîstîk girêdayî çand, hûner û felsefeya Yewnan û belav kirina wî li cihanê pênase dike. Hindek dibên; Îskender xwestiye di navbera fikra rojava û rojhilat de peywendiyekî ango sentezekî ava bike. Ev pêla fikir ya ku Îskender daye destpê kirin re dibên Helenîzm. Lê di rastî de, Arîsto, ji ber ku mîstîsîzme biçûk dibîne fikir û baweriyên Rojhilat na ecibîne. Arîsto dibê, felsefeya Yewnanan li ser aqil pêş ketiye şenbertire û divê li herî hakîm bibe. Îskender jî li ser vê nêrînê perwerde kiriye, Îskender vê fikra Arîsto diparêze û dixwaze dewlemendiya Rojhilat dagir bike û fikra Yewnanan li ser Rojhilat serwer bike.
Me behsa fikir kir, ev ji bo me giştî derbasdar e. Mijarekî ku em têde dikevin xeteriyê ev e. Ji bo Îskenderê Makedon çi dibên? Ew bi xwe giştî, 33 salan jiyan kiriye. Lê, di dîrokê de bi temenê xwe yê ciwan gelek cih fetih dike. Wê gavê yê Îskender dike Îskender çiye? Hedef û armancên Îskender in. Hedefên însan dema mezin bin, wê gavê azweriya însan jî zêde dibe. Yewnan felsefê bi xwe didin destpê kirin, xwe wekî çavkaniya felsefê dibînin. Di dîrokê de, Balkanî û Ewrupî, gelek caran berê xwe dan, Rojhilata Navîn. Îskender wê gavê hêza xwe ji çi digre? Ger felsefeya Yewnan nebe, felsefeya Arîsto nebe, wê bi navê Îskender kesekî derneketiba. Îskender belkî jî neba Îskendar. İlhama Îskender ji çi tê, ji felseya Arîsto tê. Îskender berê xwe dide Rojhilata Navîn, ji ber Rojhilata Navîn bi gelek tiştên xwe wê demê bal dikşîne. Îskender heta Kurdistanê tê. Dema Îskender heta Kurdistanê tê, li wir şaristaniyê dibîne û matmayî dimîne, ji ber ku Arîsto bi xwe her dem Rojhilata Navîn, fikir û baweriyen wî biçuk dibîne û Îskender jî wisa perwerde kiriye. Lê Îskender dema tê Rojhilata Navîn dibîne, çavkaniyên gelek tiştan Rojhilata Navîn e. Gelek qral, pêşeng ji bo wî berê xwe dane Rojhilata Navîn. Di rastî de, şaristaniya Yewnanan nebe, felsefeya Arîsto nebe, Îskender nedibe Îskender. Îskender ji bo wê jî, ji rêzê jiyan nekir. Berê xwe da, Balkan û Qafkasan, lê herî zêde berî xwe da, Rojhilata Navîn. Di dîrokê de cara yekem yê ku Gatayên Zerdûştiyan, hildiweşîne Îskender e. Ji ber Îskender ji Rojhilata Navîn pir bandor dibe û dibîne ku ev çand wisa zû bi zû wê neyê guhertin, ne gengaze fikra Yewnaniya li vir serwer bike. Ji vî ditirse û ji bo wî jî pir tiştan hildiweşîne, xirab dike, bi taybetî li beranberî Kurdistanê kiryarên wî pir xirapker in. Ji xwe artêşa wî gelek caran bê bawer dikeve. Lê hêza Îskender heye ku artêşa xwe heta ber bi Hindan jî bimeşîn e.
Emê di rûpelên pêş de, bi ber firehî li ser taybetmendiyên fermandaran bisekin in. Lê di vir de taybetmendiyên Îskender çibûn, em hindek vana vekin. Artêşa Îskender, gelek caran tê ber bi bê biryar bûnê, tê ber bi belav bûnê, lê dîsa jî Îskender nasekine û fetih dike. Rixmê pir ciwan e, artêşa xwe kom dike û fetih dike, zafer qezenç dike, moral dide artêşa xwe û wî dimeşîn e. Ew artêşa xwe wisa li ser lingan digre. Yên din Îskender herî zêde bi çi bandor dibe, em wî vekin. Îskender, bi çanda Rojhilata Navîn bandor dibe. Îskender, dixwaze çi bike, yek jî ferqa tarzê Îskender çiye? Îskender, dixwaze senteza felseya Yewnanan yanî ya Makedon û şaristaniya Rojhilata Navîn bike. Di rastî de dixwaze fikra Yewnanan serwer bike û dewlemendiya Rojhilata Navîn jî bixe malê Yewnan û Makedonan ji bo gelek bajaran bi navê xwe ava dike, gelek çiya, deşt her wiha navên Yewnanî lê dike. Ew tenê fetih nake. Çandekî maddî aîdê Yewnanan jî li Rojhilata Navîn ava dike, ev nav hên jî derbasdar in. Di heman demî de, zewacan pêş dixe. Jiber dibîne, çanda Helenîstîk û fikra Aristo tê li ber çiyayên Kurdistanê disekine, nikare derbas bike. Kurdistan berhemên neolotîkê temsîl dike, çavkaniya fikrê diyalektîk yekem car li vir pêşketiye, Zerdûştî îfadeya vê tiştê dike, wisa ne hêsane ji fikrekî din bandor bibe, ew bixwe şaneya kokê ye. Îskender vê ferq dike û Gatayên Zerdûştan xirab dike. Îskender ji bo pêş de biçe zewacan pêş dixe armanca zewacên Îskender di bingehte ev in. Îskender bi xwe jî bi prensesa Farisan re dizewice û bi gelek jinên Kurdan re jî leşkerên xwe dide zewicandin. Gelek leşkerên xwe bi jinên Farsan re jî dizewicîne. Îskender, pir ciwan e, bi rêbazê fetih kirin û bi tarzê zaferê, Yewnanan di dîrokê de gavekî pêş de dibe. Taybetmendiyê Îskender di milê fermandarî de, yê sereke, em dikarin bêjin mêze kirina wî yê gerdunê ye. Xwedî hêza fikir û armancekî ku vê fikrê belav bike ye, li pêşiya belav kirina fikira xwe de ti astengiyan nasnake. Hêza xwe heye ku artêşa xwe iqna bike û heta Hindan bibe. Di heman demî de, vana taybetmendiyên fermandaran ên sereke ne.
3-Napolyon 'Fikra Pere, Pere, Pere'- 'Pêla Birjuvaziyê'
Em ji bo Ewrûpa jî Napolyon mînak bidin. Napolyon dibe li dij şoreşa gelan be, lê jiber em dixwazin, bal bikşînin bandora fikir û baweriyê emê mînaka Napolyon jî bidin. Napolyon xwe dispêre çi? Ji bo Napolyon mirov dikare bêjê ku xwe dispêre derketina kapîtalîzmê. Çawa tê gotin ji bo Napolyon, dibên 'xwedayê li ser rûyê erdê ye' wisa tê pênase kirin. Pêşengtiya çi dike? Napolyon, pêşengtiya fikrê kapîtalîzmê dike. Napolyon, di serdema derketina kapîtîlîzmê de dijî. Pêşengtî ji vî re dike. Yê pêşengtiya şaristaniya moderniteya kapîtalîzmê dike Napolyon bi xwe ye, Napolyon, fikrê kapîtîlîzmê belav dike. Ji xwe di serdema kapîtalîzmê de dijî û Fransa divê milê de li Ewrupa serkeşiya vê fikrê dike. Yê herî zêde pêşengtiya kapîtalîzmê dike, fermandariya wî dikê û li ser lingê wî dide sekinandin Napolyon e. Napolyon bivê bawer dike, îlhama xwe ji wir digre. Ji bo Napolyon dibên; 'xwedêyê li ser erdê ye'. Wisa xwe bi nav dike û wisa jî bandor dike. Lê di encam de, her çiqas bi fermanan şer pêk tîne jî di nava şerekî pir qirêj de rista xwe dilîze, fermandariya talan û diziyê dike, bi sed hezaran însan bi fermanekî xwe dide kuştin. Berhemên şoreşa Fransa ji bo gelan derxist holê bi destê kesên wekî Napolyon tên wêran kirin û dikevin bir desthilatdariya çîna birjuva. Lê her çiqas di dîrokê de rolekî xwe yên neyînî hebe jî aliyê ku em ji Napolyon bigirin ewe ku, bi fikirekî bawer e û ji bo wî dikare şerê xwe mezin bike. Ji xwe gotinekî dîrokî yê Napolyon heye, ew gotinên wî yên dibê 'pere, pere, pere' îro jî şiyara pergala modernîteya kapîtalîste.
4-Rojhilatê Dûr 'Doktîrîna Konfîçyus û Tao'
Fermandarên li Rojhilatê dûr derdikevin cuda ne. Li Rojhilata dûr di şerde mêzekirina felsefîk li pêş e. Şer wekî huner girtina dest heye. Nêzikatiyên wan ji artêşê re, nêzikatiyên wan ji parastinê re, nêzikatiyên wan ji şer re cuda ye, di ilma şer de hindek taybetmendiyên wanên balkêş hene. Ew hêza xwe herî zêde, ji felsefeya Konfiçyus digrin. Doktrîna Konfiçyûs û Tao li ser şerê Rojhilatê dûr pir bi bandor e. Taoîzm, di bingeh de xweser bûyinê derdixe pêş, ev dibe sedem kû li Rojhilatê dûr perçe bûyin pêş bikeve û şerên di navbera qewman de gur bibe. Wekî alternatîfa doktrîna Taoîzmê, Konfîçyûs derdikeve û kevneşopiyê diparêze, dibê; rêzdarî ji yê beriya xwe re pîroz e û divê yek destî di welat de hebe. Doktrîna Konfiçyus rê li yek bûyina Çin û Japonyayê vedike. Li Rojhilatê dûr, şer û artêş encama fikir e. Dîsa Sun Tzu heye, rixmê ewqas dem derbas bûye, lê hîn jî tespîtên wî yê şer derbasdar in. Di pirtûka wî ya bi navê 'Hunera Şer' de gelek tespîtên girîng hene; li gorî Sun Tzu, divê şer zêde neyê dirêj kirin, dijminahî tiştekî baş nîne. Şiyariya Sun Tzu ya herî tê zanîn, dibê; 'Ger kesekî hem xwe, hem jî dijminê xwe nasneke wê teqez bin bikeve. Ger kesekî xwe nas bike, lê dijminê xwe nasneke dibe bi ser bikeve, lê ev tesaduf e. Lewra ger kesekî hem xwe hem jî dijminê xwe baş nas bike, wê teqez bi ser bikeve'. Di hunera şerê xwe de, bi girîngî xala îstîxbaratê dest digirin, di heman demî de şerên xwe bi ziravtî bi rêve birin, di hurgiliyan de kûrbuyin mijarekî girêdayî felsefeya jiyanê ye ku di şer de bandora xwe çê dike. Şerê Çin û Japonan xwe dispêre xweza, milê metafîzîkî pir li pêş e, xitabê dilê civakê dikin. Hem di milê fikir de xurt in, hem jî di xistina meriyatê de xwedî çalakî ne. Dîsa di artêşên wan de Samuray hene. Di felsefeye wan a şer de mamoste û şagirt hene. Di navbera mamoste û şagirtan de, têkilîkiyên murîd û murşîdî heye. Samuray kesên fedaî ne, xwe razandina armancê di van kesan de li pêş in. Hêzên îdeolojîk û felsefîk in, şer bi ziravtî dimeşîn in, binkeftinê ti car qebûl nakin. Çanda Samuray xeta leşkertiyê dide diyar kirin, van kesên dibin Samuray di temenên pir biçuk de tên amade kirin. Pir bi dîsîplenekî mezin, tenê ji bo zaferê tên perwerde kirin, dema bin dikevin xwe dikujin, ji ber ku binkeftin di çanda leşkertî de wekî bê rûmetî tê dîtin. Dîsa sazîbûna Samurayan wekî hêzên taybet e, yekser girêdayî qral in. Divê qralên xwe bi berdêla canê xwe biparêz in, ger nikaribin qral biparêz in û qralên wan bê kuştin, ew ji erk tên xistin û wekî Ronîn tên bi nav kirin. Çîna Ronînan ji bo Samurayan bê rûmetî ye û li ser navê wan lekekî mezine, ew ji bo dîsa bibin Samuray û bi rûmeta leşkertî bijîn, gerek tola xwe rabikin. Felsefeya wan ewe; '' Em û dijminê xwe, di bin sîwana heman asîmanê de najîn, ya ewê bimirin, ya jî emê bimirin'. Ev felsefeyeke û sazîbûnekî gelekî xurt e. Di armanc de yekbûyin, di pêk anîna erkê de xwe kîlît kirin û teqez serkeftinê hedef kirin têşeya fermandariya Rojhilatê dûr daye diyar kirin. Leşkertî û rûmeta leşkertî parastin wekî çandekî pişt re di giştî fermandarên wan de pêş dikeve û dema fermandarên wan, bin dikevin yekser bi gotina wan''harakîrî'' hildibijêrin yanî xwe dikujin. Felsefeyeke wan bivê rengî heye Taybetmendiyekî Rojhilatê dûr yek jê jî, di şerê wan de jin, li pêş in. Hetta, jin di nava wan de pir şerker in, hem bi zanistî, hem milê ruhî, hem jî di milê hunerî de li şer mêze dikin, di artêşan de pêşengtî dikin. Ev taybetmendiyên wan xas in. Lê aliyekî din ên Rohhilatê dûr kesayetên wekî, Atîlla û Cengiz Xan jî hene. Ev kesan, felsefeya xwezayê, di milê îktîdarê de digrin dest, wisa nêzî vê felsefeyê dibin. Dîsa jî ji ber nêzikatiyên wan felsefîk in, her çi dibe milê desthilatdarî, her jî çi milê civakî, di encam de ji ber nêzikatî di milê fikir de pêş dikeve, di şerê xwe de serkeftî dibin.
5- Kurdistan 'Diyalektîka Zerdûşt'
Em minakek ji Kurdistanê jî bidin. Di Kurdistanê de; dema îdeolojiya Zerdûştî heye, li wir kesên wekî Kawayê Hesinkar derdikevin. Emê pişt re bi berfirehî li ser bisekin in, lê ji bo fêm kirina hêza fikir, mirov dikarin mînaka wî bidin. Kawayê Hesinkar, li beranberî Dehakan şer dikin, têkiliyên Kurdan di wê demê de bi derdor re di asta stratejîk pêş dikevin. Bandora fikra Zerdûştî bi Kurdan re, gelek deskeftiyan dide qezenç kirin. Hêza fikir û hêza aqile, civakan bi hêz dike û ji êrişên derva diparêze ye.
Ji Dersa Zozan Çewlig A Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 810
‘‘Di fikrandina rêbaz û pergala zanînê de bêyî ku em zîhna xwe baş nasbikin, encamên em bigirin bi tesadûfîne. Niha em van encaman baştir fam dikin. Encax bi penasekirina kûr û rast ya zîhnî û bi bijartina azad ve girêdayî (azadiya civakî) wê rejîma me ya rêbaz û zanînê ji famkirinên me re bersivên rast peyda bikin. Di nava şert û mercên wiha de xebatên me yên bi rêbaz û bi berhevên zanîna rast şensê me yê azadiya civakî û kesî zêde dibe.” Bi van nirxandinên Rêber APO yên kûr em şertê serkeftinê di hestan de fêr dibin. Di heman demê de girêdana hestan bi zîhîn an jî fikrandinê fêr dibin. Avaniya zîhniyeta xwe fêr dibin. Ji xwe armanca vê giştînameyê jî eve. Naskirina hestan û polîtîk kirina hesta ye. Her wiha famkirina hestên xwe û polîtîk kirina hestên xwe an jî bi rêxistinkirina hestên xwe wê encamên vê nivîsê baştir destnîşan bikin. Pê bihîstin, bihîstin, hîs kirin, hestiyarbûn, bihîsbûn, tesîra bi bihîstinan, bi pêhesînan hevdû tesîr kirin… Ev peyvên bi hestan ve girêdayî yên me rêz kirin hemû berî pêşketina fikir tên. Di her civakê de asta pêşketina mirovan di aliyê hest-ruh de bi awayeke cuda çêbûye. Ji hev gelekî cihêrengin. Lê di koka hemûyan de di destpêka wan de di serî de di dema civaka xwezayî de zekaya hestiyar heye.
Her fikir-hestên bi awayê takekesî ku em jiyan dikin ji axa me, haveynê me her wiha ji civakbûna me ne qûtkiriye. Ji ber ku di kesayeta Rêber APO de zanebûna dîrokî û civakî ya hestan diyarker bû û xwedî zanîna dîrokî ya pir kûr bû têkiliyên xwezaya yekem û xwezaya civakî bi hevdûre şekil girtine û di pêşketina civakbûnê de jî hest bûne navenda pêşketinê. Bi deh salan li ser hêza hest û hêza fikir ya tesîra xwe li ser sekna rojane dike û têkiliyên di navbera wan de lêkola, tahlîl kir. Rêber APO vê zanebûnê di paraznameyên xwe de bi van gotinan destnîşan dike. “Berî zimanê hêmayî hemû terzên fikir bi aqlê hestiyar pêk dihat. Taybetmendiya aqlê hestiyar ya herî girîng bi tesîrbûn û tesîrkirina xwe ya fikrandina hestiyari ye. Bi hestiyarî fikrandin rewşa jêvenegere. Ji dile, bê derewe, ji hîleyan dûre… Asta zekayê hestiyare. Ya rastî qerektera hestiyar ya zekayê li pêş e. Aliyê zekaya hestiyar ya bingehîn xebitandina bi refleksa ye. Ajoya hindirîn jî zekaya hestiyare. Lê nifşê zekaya herî kevne (heya dema hucre-şaneya yekem diçe). Terzê xebitandina zekaya hestiyar li hemberî bûyeran bi bertekên nişkave bersivdayîne. Weke xebitîna otomatik bersiv dide. Pergalek wiha di nav de heye. Bi vê terzê xebitîna xwe rista xwe parastinê pir baş pêk tîne. Em dikarin di nebatan de jî vê terzê xebitîne bi rehetî bibînin. Di nifşê însan de digihêje asta xwe ya herî pêşketî. Xwe gîhandina asta zekaya pênc pêhesan…bi qasî di însan de di navbera wan pênc pêhesan de hevgirtin û koordinasyona pêşketî heye, di tu zindiyên din de ewqasî bihêz pêşneketiye. Bê gûman deng, dîtin, weke tam girtin di gelek zindiyan de ji ya însan zêdetire. Lê belê her pênc pêhesîn bi hevdûre xebitandin bi awayeke komple bikaranîn tenê di nifşê însan de li pêşe… Taybetmendiya herî girîng ya zekaya hestiyar girêdana bi jiyanê re ye. Parastina jiyanê erka bingehîne. Di parastina jiyanê de gelekî pêş ketiye. Nebe nabeya jiyanê zekaya hestiyare. Divê ev aliyê wê tu carî neyê biçûk dîtin. Bi sifir xeta di xebite. Em vê wek bersiva bi carekê re nabêjim. Bêpariya ji vê zekayê, jiyanê ji gelek tehlûkeyan re vekirî dihêle. Nirx û rêzdayîna jiyanê, bi radeya pêşketina zekaya hestiyarî re girêdayî ye. Çavdêriya tewazûna xwezayê dike. Em dikarin bibêjin ev zeka ya jiyana xwezayî pêk tîne. Em bi tevahiya cîhana xwe ya hestan deyndarî vê nifşa zekayê ne. Di nifşê însan de pêşketina hevgirtî ya zekaya hestiyar û di navbera pêhesîndan de şensê bihevre girêdanê jî pêş dixe. Di serî de deng, dîtin, tam girtin di navbera hemû pêhesînên me de têkiliyên hîssî ava dike û tevgerên bi zeka pêş dixe.”
Zekaya ku însan dike însan zekaya hestiyare. Ev nifşa zekayê di civaka xwezayî de di rêza pêş de ye. Di pêşxistina felsefeya jiyanê de diyarkere. Di cîhana me ya roja niha de ev felsefe hatiye parçekirin û diyarbûna wê di nava jiyanê de gelekî lewaze. Her çiqasî lewaziyên wê hebin jî em dikarin şopên wê bibînin. Di pirtûkek bi navê Perwerdeya Dara Biçûk de behsa perwerdeya bapîr û dapîra zarokekî çermsor tê kirin. Di wê pirtûkê de mînaka kûçikan wiha tê dayîn. “Dema kûçik zêde bi kelecan dibin hestên wan ji pêhesînên wan zêdetir dibin. Pêhesîn dikevin pişt hestan û ev bi însanan re weke kûçikan derdikevin pêş. Ev rewş însana gêj dike. Min bi çend caran ev rewş dîtine…” Ev zimanê vegotinê ji bo me vê destnîşan dike. Di navbera pêhesîn û hestan de girêdanek raste rast û nêz heye. Di heman demê de di zindiyên din de jî ev derbasdar e. Bi hemû aliyên jiyanê ev dapîr û bapîr hewil didin neviyê xwe perwerde bikin. Em jî dizanin ku însanekî pir zêde bi hestan tevbigere pêhesînên van însanan bi tenduristî na xebitin. Bi mînakên jiyanî em van dibînin. Dema em zêde bi kelecan bibin û vê bi kontrol derbas nekin guhê me dike çingînî, ji derdora me deng tên guhê me. An jî em dengên derdora xwe nikarin bibihîzin. Dema em zêde asabî dibin û xwe kontrol nekin em nikarin kêra ber piyên xwe bibînin û em ê pêlê kin xwe birîndar bikin. Divê pêhesînên me hestên me yên ku bi rêya wan pêşdikevin bê xebitîn nehêlin û hevdû bi aliyê neyênî tesîr nekin.
Di vir de hîs, pêhesîn û dîtina dil dikevin tevgerê. Tevî van aqlê me jî dikeve tevgerê ango zekaya me ya analitik dixebite. Li ber avên Kolombîya yê masîgir ji bo “zimanê ku rastiya dibêjin vebibêjin” gotina “sentîpensante” bikar anîne. Ev tê vê wateyê; “bi hîskirinê fikrandin”. Her wiha di vê ferqê de ne, rast gotin bi hîskirinê re di nava girêdanên ku ji hev nayên qutkirinê de ne. Ev hest û fikir di zimanê xwe de jî bikar anîne. Ev mînak bihevrebûna zekaya analîtîkî û hestiyar ya civakî dide nîşandan. Di rastiyê de ev bihevrebûn di kokên kevin ên civakî de pêş ketine û wek denge-tewazun pêşketine heya niha jî berdewam dikin. Mirov dikare bi gelek mînakan vê rewşê rave bike.
Bi penase kirin û ketina ferqa hestên xwe girînge ku em zekaya xwe ya hestiyar jî zindî bikin û pêş bixin. Weke Rêber APO jî dibêje: “Bi hestên xwe fikirandin”. Wek masîvanê Kolombîyayî gotiye bi hîskirinê fikirandin, wek zanayê kal yê çermsora gotiye jinûve zindîkirina têkiliya hest-bêhesîna bi tenduristî em jî bikaribin rast bi dest bigirin û zindî bikin em dikarin perdeyên sexte û reş li ser hestên xwe rabikin. Cardin heger em vê bi ser bixin em ê bikaribin pêşiya aqlê xwe yê tahlîlî ku hestên me dext dike, hestên me tine dike bigirin. Hemû hestên me yên însanî me di nava zeman û mekan de dixe nava tevgerê. Hestên me aqlê me yê ku hîs dike ye. Ev aqil ji ber di destpêka gerdûna zindiyan de pêş ketiye gelek bihêze. Em çiqasî bikaribin hîssên xwe, hestên xwe û ajoyên xwe yên hindirîn zindî bihêlin aqlê me wê ewqasî bi tenduristî û bi hêz bi xebite. Wê aqlê tahlîlî hertim were têrkirin. Weke zanistperestî îddîa dike dema yek pêş dikeve aliyê din lewaz nabe. An jî herikîna xwe ranawestîne. Divê aqlê analîtîk hertim bi aqlê hestiyar, aqlê hestiyar jî hertim bi aqlê analitik were têrkirin. Ev jî tam dibe daxwaza Rêbertiya me ya polîtîk kirina hestan. Bi parastina hevdû, bi pêşxistin û mezinkirina hevdû, însan aliyê zîhna xwe ya nerm û afirêner di înşakirina civaka azad de bikar tîne. Her wiha polîtîk kirina hestan pêşxistina civaka azade. Ev hêza fikir derxistina holê ye.
Komîteya Jineolojî Ya PAJKê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 473
Bi berfirehî me diyar kir, du xetên fermandarî hene. Yek; fermandarê dagir dike ye, yên din jî; ji bo civaka xwe şer dikin û nirxê civaka xwe diparêzin. Yek; di xeta fetih kirinê de, di xizmeta dest hilatdarî de, mora xwe li dîrokê didin. Ya din jî; di xeta civaka exlakî û polîtîk de, ji bo civakê, ji bindestî û koletî rizgar bikin, pêşengtî dikin. Wekî mînak; ên di xeta desthilatdarî de, Îskender, Napolyon, Krasus hwd. in. Ên din jî, li hember fetih kirinê yên ku civaka xwe parastine ne. Wekî mînak, Giap, Zedung, Che Guevara, Star, Tîamat in.
Em wekî jin bi mêzekirinekî jîneolojîk fermandariya jin, bi mîtolojiya Tîamatan didin destpê kirin. Ev serdemekî ye, ji ber rastiya jin nehatiye nivisandin, wekî fermî di vê derheqê de tenê mîtolojî hindek agahiyan dide me ango em jê sûd werdigirin. Li gorî zanistên em bi dest dixin de mirov dikare wiha şîrove bike: Di dema Tîamat de, jin ji hêza xwe dikeve, bi ketina xeta Tîamat, êdî serdema sazî bûyina zilam destpê dike. Rixmê beriya wî, jin pir şer dike, lê nikare pêşiya sazî bûyina zilam bigire. Tîamat tekoşîna xwe berdewam dike, ti car pes nake û ji xeta Xwedawendan nazivire. Di pirtûka jîneolojî de di derheqê Tîamat de wisa tê gotin; ''Xwedawenda dawîn a dema hevsengê û sembola destpêkê ya nasnameya jinê biçûk hatiye dîtin, hatiye reşkirin û bêfezîlet û xerab hatiye nîşandan Tîamat e, bi navê wê yê din Dayîka Hubur. Xwedawenda deryayê Tîamat, beriya her tiştî hebûye, bi xwedayê ava şîrîn Apsû re digihên hev û xweda jî têde, her tiştî dizên. Dayîka ejdera pirserî ya tirsnak a dixwaze pergala gerdûnê xera bike, hêzeke tarî ya tevliheviyê çêdike, afirîner û dayîka her tiştê di gerdûnê de, erd û esman jî têde, Xwedawend û hêza tevahiya gerdûnê afirandiye''.
Di B.Z. 2000’an Tîamat, ji aliyê Mardûk ve tê kuştin. Her wiha piştî çaxê ku Xwedawend tena serê xwe li lûtkeya hêza xwe bûne, çaxê Xwedawendan ê bi têkoşînên mezin di hevsengê de mane tê qedandin. Piştî mirina Tîamatê, gav bi gav pêvajoya ku xwedayên mêr bi serê xwe li textê Xwedawendîtiyê ya dayîkê rûdinên pêş dikeve. Êdî ne mumkine mirov Xwedawendê bi tena serê xwe bibîne. Ew êdî weke endameke panteonan li ba gelek xwedayên bi wan tên perestin re cî digire, lê ji hêza xwe, xweşikahî, nav û maneyên xwe gelek hatiye dur xistin. Li hember hewldanên sazkirina desthilatdariya monîst a xwedayên mêr, ji B.Z. 2000’an heta mîladê di 2000 salan de jin, pir zêde li ber xwe didin. Ev serdem îfadeya tebeqeya sêyem e. Demên bi desthilatiya nêr re di nav têkoşînek de ye û dawî jî ya bi qetilkirinê yan jî ji hêz û nasnameya xwe tê dûrxistin û têk diçe ''.
Tîamat, di serdemekî wisa de di berxwe dide hemû zirûf ji bo binketina jin hatine temam kirin. Lê Tîamat wekî fermandar derdikeve pêş û bi hewildanekî pir mezin, dixwaze textê Xwedawendan biparêze. Tekoşîna Tîamat ne li ser esasê kû desthilatdarî bidest bixe ye. Tîamat ji bo nirxê civakê şer dike. Profesor Henrî Frankfort di pirtûka xwe ya bi navê Kînship and The Gods a (Xizmayetiya Xwedayan) di 1948’an de belav kiriye de dibêje; '‘Xwedawend li Mezopotamyayê hebûna herî bilind e’' û berdewam dike; '‘Ji ber ku jin weke çavkaniya jiyanê dihat hesibandin. Her wiha xweda jî ji eslê wê tê, weke kurê wê dihat pênasekirin. Di merasîmên zewacên pîroz de ji serî heta dawiyê pêşengî di destê Xwedawendê de ye. Di rewşa ku di gerdûnê de her tişt di nav tevliheviyê de ye jî jin Tîamata pêşeng, Apsû jî temamkerê wê yê mêr bû.'' Ev agahî jî nîşaneya armanca şerkeriya jin e. Jin ji bo takakesiya xwe ango ji bo hêz bi dest bixin nakevin şer. Jin ji ber sedemên nirxên civakê biparêzin şer dikin, li beranberî desthilatdarîya zilam disekinin. Her çiqas Tîamat bi destê kurê xwe jî tê kuştin dîsa jî şerê xwe didomîne. Li vir tiştê bala mirov bikişîne ev in. Yek, israr buyina jin di pergala exlakî û polîtik de pir li pêş e. Du; Marduk kûrê Tîamat e, lê Tîamat ji aliyê wî ve tê kuştin. Bi gotinekî din; êdî afirîneriya jin, li beranberî jin wekî çekekî tê bi kar anîn. Li vir hêza jinê ya zayinê tê lawaz kirin. Di van zirufan de Tîamat di berxwe dide û ji civakê re pêşengtî dike, ji ber di demên têk çûyinê de pêşengtî dike, mirov dikare bêje fermandar e. Di rastî de Tîamat Xwedawend û fermandara şerê herî dijwar e.
Fermandarên hêza xwe ji gel digirin û ji bo nirxên civakê şer dikin xeta fermandariya jin diyar dikin. Tîamat, Spartakus, Hektor di vê xetê de ne. Dîsa di bi rêbazê gerîla yên di vê xetê de şer dikin; Giap, Hoşîmî, Mao, Che Guevara her wekî din gelek hene, em hêza xwe ji wan digirin.
Kîjan serdem dibe bila bibe, kîjan feraset dibin bila bibin, fermandarên derketine xwe li ser birdoziyekî rêxistin kirin e. Ger birdozî nebe, bawerî nebe nikarin pêşengtî bikin. Her fermandarekî derketina xwe, dispêrin îdeoloji û felsefeyekî. Ev ji bo îro jî derbasdar e. Ev taybetmendiyên hevbeş yên fermandar in.
Ji Dersa Zozan Çewlig A Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 487
Rêber Apo bi paraznameya 5’emin a bi navê ‘Parastina Gelekî’ re paradîgmaya heyî guhert. Aliyê tarzê fikrandinê û heman demê de şênber kirina vê fikrê de paradîgma hate guhertin. Heta salên 2003 û 2004’an jî wek rêxistin paradîgma me li ser esasê Marksîzim, Lenînîzim bû. Gor xwesertiya Kurdistanê û gor rastî û fikrê Rêber Apo hinek guhertin jî hatibûkirin û cudatir dihat dest girtin. Lê esasê de mêzandina me ya cîhanê, tarzê fikrandina me hemû li ser van bingehan bû. Modela me Marksîst û Lenînîst bû. Hem xeta şer de, me şerê demdirêj ya gelan ya Çîn û Vîetnamê esas digirt, aliyê me yê partî û siyasî de jî modela me Marksîst bû. Lê Serok Apo bi vê pareznameyê arternatîfek danî holê. Wek fikr û hişmendî alternatîfek danî holê heman demê de ew paradîgma çawa şenber bibe, çawa jiyanî bibe, em wek tevger xwe çawa rêxistin bikin, emê xwe li ser esasê kîjan paradîgmayê bigrin dest û têbikoşin, Rêber Apo bi paraznameya Sosyolojiya Azadiyê bi awayêk şênber datîne hole. Bêgûman ev fikirandin berê jî Rêber Apo de hebû, ji paraznameya Atîna de jî nirxandinên li ser vê mijarê heye. Lê Rêber Apo paraznameya Sosyolojiya Azadiyê de hîn bi awayêk şênber datîne holê. Ji ber wê Rêber Apo paraznameya Sosyolojiya Azadiyê bi awayek alternatîf derdixîne. Wateya paraznameya Sosyolojiya Azadiyê wateya paradîgma ya me ye. Paradîgmaya me; li ser esasê Ekolojîk, Netewa Demokratîk û Azadîxwaziya jin de xwe ava dike. Modela me ya nû Demokratîk Modernîte ye. Ev paraznameya Rêbertî jî van modelan pênase dike. Netewa Demokratîk çiye? Şaristaniya Demokratîk çiye? Bi awayek berfireh digre dest û dinirxîne, ji ber vê paraznameya Sosyolojiya Azadiye gelek girîng e.
Serokatî pevajoya ku dest bi nivîsê Sosyolojiya Azadiyê dike, ew pevajo serê xwe mîna romanekî dagirtî û bi wate ye. Di wê pevajoyê de cezayê hûcre ji bo Serok hatiye birîn, heman demê de pirtûkên zêde ji Serokatî re tê qedexe kirin. Dema Serokatî dixwaze binivîse wê çaxê jî qedexe ya lênûskê lê tê dayîn. Armanca dijmin ew e ku Serokatî nêrînên xwe nenivisîne. Ruxmê van nêzikatiyan jî Serokatî hemû mijarên ku lêhûrbûn dike, di mejiyê xwe de digre û jiber dike. Piştî ku qedexeyê lenûsê radikin, lenûsan didin. Wê çaxê Rêber Apo dibêje; ‘Bêyî ku qedexeyek din bînin ez hewil bidim nava hefteyek de tiştên ku min jiber kiriye derbasî rûpelan bikin.’ Serokatî nava hefteyekî de ew tiştên ku jiber kiriye derbasî rûpelê dike. Piştî wê vê carî qedexeya penûsê didin Serokatî. Yanî ev parazname rewşên gelek zor û zehmet de hatiye nivîsandin. Serokatî piştî lêhûrbûnên kûr nava hefteyekî de derbasî rûpelê kiriye. Ev parazname nava hefteyekî de hatiye amade kirin.
Serokatî dibêje; ‘Dema min dît mirov perçeyek ji gerdûnê ye, madem hafiza gerdûnê ewqas firehe û dikare her tiştê tê de cih bike, wê çaxê mirov jî xwe biêşîne, hafiza mirov jî ewqas esnek e û firehe, dikare pir tiştî tê de ava bike.’
Şaxsê Serok de bi awayek şênber tê dîtin ku ka hafiza mirov çiqas esnek û fireh e. Ev parazname di şert û mercên bi vî rengî de hatiye amade kirin. Ev parazname ya ku ji aliyê dijmin de di bin zextan de hatiye amade kirin, pewîste her hevalekî ango her neferên ku jê sûdwerdigrin bi dil û rih mejiyê xwe de cih bikin. Rêber Apo tu parazname ango tu pirtûk û nivîsên xwe de tu caran parastina xwe ya şaxsî nekiriye. Wek kesek vê yekê ne nirxandiye. Serokatî xwe wek şexs nagre dest. Ji xwe di şexsê Serokatî de gelê Kurd nayê nas kirin. Şexsê Serokatî de Kurdê azad nayê nas kirin. Şaxsê Serokatî de azadî nayê nas kirin. Serok Apo îro li Îmraliyê de ne tenê berdêlê azadbûna gelê Kurd dide, berdêla şoreşa hemû civakê dide, berdêla azadiya jin dide. Ji ber rabûna Serok ji bo ser van nirxan bû.
Dadgeh kirina Serokatî ne hiquqî ye. Biryarên ku li hemberî Serokatî tê dayîn biryarên siyasî ne. Bersiva Serokatî jî li hemberî hemû hêzên qomploger, emperyal pêş xistina fikr û felsefeya azadiyê ye. Serokatî li Îmralî ye êrîşên hemberî van hêza bi îdeolojî û bi felsefeya xwe bersiv dide û hemberî pergalan bi pergalekî cûda erîşan vala derdixîne. Serokatî erîşên ku li hemberî wî pêk tê dizivirînî şerekî siyasî û îdeolojîk. Nîşan dide ku kesê ku tê dadgeh kirin ne bi xwe ye, kesên tên dadgeh kirin hêzên serdest, hêzên qomploger û hêzên modernîteya kapîtalîst e. Serokatî bi seknê xwe nîşan dide ku ‘hûn nikarin fikrên min dîl bigrin.’ Ji ber vê navê vê parazname Sosyolojiya Azadiyê hate bi nav kirin.
Serok Apo gelek lekolîn kiriye û xwendiye. Mîna deryayek xwedî zanistekî kûr e. Gelek fîlozof derketine, gelek kesên zana û xwedî fikir ji bo azadiyê têkoşiyane, lewra Serok dibêje; ‘Vê carî pewîste azadî ser bikeve.’ Li dîrokê de ceribandinên ku ji bo azadî pêş ketine pir zêdene. Mijarên azadî, demokrasî, wekhevî û hwd. bi Kurdan destpênekiriye. Raste ferq û cûdahiya gelê me yê Kurd heye lê bi me destpênekiriye. Gava ku desthilatarî destpêkir, mirov dikare bêje nêzî 5 hezar sal û şûndetir berxwedaniya gelan, serhildanên mezin, berxwedaniya jinan a etnîsîte a ol, mezhep, karker û cotkaran gelek berxwedanî çêbûye. Lê rengê berxwedaniyê her serdeman jî heman tişte, armanc xwe gihandine azadiyê ye. Gelek berdêl hatine dayîn, gelek alternatîf jî hatiye peyda kirin. Lê encam çi bûye? Encam mîna ku tê xwestin nebûye. Azadî ne hatiye dest xistin. Mirov dikare vê pirsê pirs bike. Gelo sedem çiye ku hemberî ewqas berdelên giran buha azadî çima nehatiye desxistin? Gelek kesên ji bo azadiyê tekoşîn dane heye. Serok Apo mînaka wan jî dide. Mîna Îsa, Manî, Zerdûşt, Babek çima ser neketin? Kurd çima serneketin ango ji Marks çima serneket? Reel Sosyalîzma ku Rusya’da şênber bu çima serneket? Nêrînên wan baş bû, gelek berdêl jî dan, heta bawer kirin ku Sosyalîzmê bînin cîhanê. Lê çi bû sedem ku pêk nehat? Serokatî van mijaran hemû lekolîn kiriye, kemaniyan peyda kiriye û lewra bi awayekî şênber dibêje; ;‘Vê carî pewîste azadî ser bikeve.’
Kemasiya serneketina wan ne berxwedanî bû. Gelek berxwedan, berdêl jî dan lê dîsa jî serneketin. Ev jî tê wê watê ku kemaniyek heye, ternekirinêk heye. Wek encam negihîştin azadiyê. Ji ber vê ji bo dest xistina azadiyê Serokatî fikrê xwe mîna alternatîfêk datîne holê. Alternatîfa Serokatî çiye? Sosyolojiya Azadiyê ye. Rêber Apo bi altêrnatîfa xwe vê yekê dibêje; ‘Divê azadî vê carî şênber bibe.’
Sosyolojiya azadiyê tê watêya civakbûna azadiyê yanî şênber bûn û edî wê jiyan kirin. Azadî pêwîste civakî be û were jiyan kirin. Ji ber wê ‘Sosyolojiya Azadiyê!’
Ji Aqademiya Mahsûm Korkmaz a Ji Perwerdeya Sosyolojiya Azadiyê hatiye berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 491
Rêber Apo legerînvanê şênber a azadiyê ye. Rêber Apo her şert û mercî de azadiyê geriya ye. Ji zarokatiya xwe heta roja me ya îro bûyê rêwiyekî bibiryar. Tu tiştêk hemberî lêgerên Serokatî nekariye bibe asteng. Hîn di zarokatiya xwe de li hemberî dayika xwe rabû, gelek tiştan qebûl nekir. Hemberî tiştên ku qebûl nedikir de herdem şer dikir. Serokatî hîn di yanzdeh saliya xwe de jiyana heyî red kir û bi girî gûndê xwe terikand. Ji ber paşverûtiya heyî re nedikariya bijî. Destpêkî li hember dayika xwe serî rakir. Ji ber Serok Apo zarokatiya xwe de jî nedikariya bihata sinor kirin. Ev red kirin û ne qebûl kirina wî, heta roja me ya îroyan ajot. Hemberî pergala heyî serî rakir, pergala baviksalarî red kir û li hemberê wê jiyanekî alternatîf û şenber danî holê. Ji ber wê îro li gireva Îmrali’yê de tê girtin. Pergala heyî dixwaze Serok Apo ji civata wî îzole bike. Îşkenceyek bi taybet li ser girava Îmraliyê tê pêkanîn. Pergal naxwaze fikrên Serok Apo derbasî derve bibe û belav bibe. Ji ber van sedeman herdem tecrîtê hîn girantir dikin. Hêzên serdest difikirin ku bi pergala Îmraliyê ya ku 24 salên xwe li pey xwe hişt re Serok Apo bidin sekinandin. Lewra li ser Rêber Apo bê hiquqiyêk herî mezin pêk tînin. Hemberî her cûre erîşan Serok Apo ti carî ji meşa xwe tawîz neda, berxweda û têdikoşe. Ji bo azadiyê difikire û ji bo pêşxistina azadiyê dixebite. Ji ber vê bi awayek şenber em dikarin bêjin ku, legera azadiyê Serok Apo de mîna karakterekî bîngehîn e. Serok Apo legerînvanek meşa xwe de bi biryar a azadiyê ye. Serokatî pevajoya Îmraliyê de bi encamên lehûrbûn û lekolînên berfireh de paradîgma digûherîne û Sosyolojiya Azadiyê pêş dixe. Rêber Apo hewil dide ku azadî jî mîna zanistekî bê dest girtin. Ji ber azadî her tiştê nava xwede dihewîne. Wekhevî, edalet, xweşikbûyîn, exlaq, polîtîka, demokrasî, biratî û hwd hemû xweşikiyan nava xwede dihewîne. Ev hemû azadî ne, lewra Serokatî van rastiya bi yek gotinê de dest digre û di bin banê azadiyê de tîne li cem hev. Ji bo vê mijarê fermandarê nemir Şehîd Atakan Mahîr nirxandinên xwe de wiha tîne li ser ziman; ‘Gava mirov pênaseya azadiyê dike, divê paya bê hempa ya Serokatî em bînin ser ziman û her dem bêjin. Ji ber peyva ku herî zêde Serok dide nasîn peyva Azadî ye. Ji ber wê pêwîste em herdem bêjin Rêberê Azadî ango Serokê Azadî. Ji ber vê dema pênaseyê Serokatî tê kirin pewîste bi van xîtaban bê pênase kirin û dest girtin.’
Azadî gerdûnê hemû nava xwe de dihewîne û tiştêk gerdûniye. Aborjîn dibêjin; ‘Peyv li gor pêwistiyên mirovan derdikevin. Kîjan civakê de çi kêm were jiyan kirin, ew civak herî zêde wê pêyvê kar tîne. Ji bo gelê me yê Kurd dibêjin ku, ‘hûn pir peyva azadiyê kar tînin’. Bi rastî jî wekî gelê Kurd em peyva azadiyê pir kar tînin, ev rastiyeke. Em li ser vê mijarê pir şîrove dikin û ji bo gihaştinê jî berdelên giran didin. Ji ber pêwîstiya me ya vê rastiyê heye. Civaka ku herî zêde pêwîstiyê xwe ya azadiyê dibîne yek jî civaka gelê Kurd e. Ji ber gelê me ji bo azadiyê kêm berdêl neda ye.
Li vê derê de mirov dîsa dikare Serok Apo mînak bide. Serok Apo bi xwe jî dibêje; ‘ Ez bi xwe legerînvanek azadiyê me!’ Serok Apo ji bo mijara azadiyê dibêje; ‘Heta niha dibê ku li ser azadiyê min helbestek ango nivisek şênber nenivîsandiye. Lê kesên ku parazname û dahûrandinên min dixwînin, ez bawerim hewildanên min ên ji bo azadiyê bibînin. Lewra vê mijarê de kedên min hene. Kesê ku herî zêde dixwazi bigihîji azadiyê û azadî dest bi xwe ez jî yek ji wan kesa me!’ Gelek kes dibê ku ji bo mijara azadiyê pênaseyên felsefîk, wêjeyî ango teorîk pêş bixin. Lê bi awayekî şênber ji bo dest xistina azadiyê çi kirine? Ev girîng e. Lê Serokatî ji bo xwe wiha dibêje; ‘ Derdê min ê herî mezin azadi ye!’ Serok li ser azadiyê bi awayekî ciddî disekine lewra mijara azadiyê pirsgirêkekî gelek girînge û pirsgirêkekî serekeye.
Em wek milîtanên Rêber Apo çawa nêzî vê rastiyê dibin? Azadî bûyerek berdewamî ye, ne tiştekî demkî ye. Lewra em wek milîtanên Rêber Apo û wek gelê Kurd xwe berpirsiyarê yekem a azadiyê bibînin û ser vê esasê şer bikin û têbikoşin. Lêgera azadiyê lêgerêk herikbare, xwestekekî şênber e û tekoşînekî bê eman dixwaze. Fam kirina azadiyê û legerînên azadiyê jî mijarekî girînge. Lewra Serok Apo dibêje; ‘Ji nan û avê zêdetir em pewîstiyê xwe azadiyê bibînin.’ Ew jî tê wê wateyê ku azadî tiştekî mûtlaqe û nebe nabe ye. Vê mijarê de Serok Apo pênase dike ku azadî ji bo wî ne tiştekî razber e, azadî şênber e. Azadî tiştekî jiyanî ye, ger neyê jiyîn tê wateyê pirsgirikekî esasî heye. Pergala heyî de gelek pirsgirêkên civakî hene. Lê ger kom kirina van pirsgirêkan bê dest girtin, wek encam hemû li bin banê yek pirsgirêkê de kom dibe. Ew pirsgirêk jî pirsgirêka azadiya civakê ye. Demên berê de mîna civaka xwezayî de pirsgirêka azadiyê nîn bû. Civaka xwezayî de jî pirsgirêkên xwe têr kirin, xwe zêde kirin û her wekî din hebû, lê pirsgirêka mîna azadiyê nîn bû. Pirsgirêka azadiyê kengê derket? Piştî ku şaristanî derket wê çaxê pirsgirêka azadiyê jî derket. Lewra avabûna şaristaniyê re kole û efendî hwd. pergala hîyerarşiyê ava bû. Ev jî bi destê însan, bi aqlê însan çêbû. Hemû bingeha pirskirikan de ev heye. Lewra Serok Apo altêrnatîfa ku pêşkeşî civakê dike ewe ku, mîna berê bê ku pirsgirêkê azadiyê bê jiyîn mirovahî bi hevre, şert û mercên wekhev de bijîn. Mirovahî azad bifikire û azad bijî.
Sosyolojî civakê pênase dike, bi civakê re mijûl dibe. Ji xwe watê ya xwe jî zanista civakî ye. Lewra Serokatî ji bo çareser kirina pirsgirêka civakê berhema xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê danî holê. Pirsgirêka heyî bes bi altêrnatîfek dikare were çareser kirin. Serokatî jî hemberî vê pirsgirêkê modelek nû pêş dixe. Ev model jî Demokratîk Modernîte ango Şaristaniya Demokratîk e. Serokatî hêrsa xwe ya îdeolojîk zivirand li hemberî dijmin ango hêzên Kapîtalîst Modernîte û kesên azadî ji destê me girtine. Wek encam kesên ku ser xistine em bi xwe ne. Lê ji bo ku em tam ser bixin û serkeftinên mayînde bi dest bixin pêwîste paradîgmaya Serokatî ya Modernîteya Demokratîk hîn şênber jiyanî bikin. Kesên ku şênber bikin jî; kesên azadîxwazin û kesên şoreşgerin.
Ji Aqademiya Mahsûm Korkmaz a Ji Perwerdeya Sosyolojiya Azadiyê hatiye berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 445


