Beşa 3.
Çêbûna Zindiyan û Civakîbûn
Di pêvajoya çêbûna zindiyan de, piştî zindiyên xwînsar, zindiyên xwîngerm jî çêdibin. Zindiyên xwînsar di okyanûs an jî deryayan de çêbûne; ev cureyê zindiyan ê ku ji kefsê (yosun) afiriye, her wiha beşek ji wan bi oksîjen û beşek jî bê oksîjen dijîn.
Di nava demê de, hin zindiyên ku çêdibin, bi saya oksîjena li ser rûyê erdê, carinan hem di avê de û hem jî li ser zemînê axê dest bi jiyanê dikin. Di nava dema borî de, cureyên zindiyan rastî guherînê tên, yanî evrîmê derbas dikin û yên ku li ser du piyan an jî li ser çar piyan dimeşin derdikevin holê. Cureyê mirov, xwe li ser zindiyên ku li ser du piyan afirîne berdewam dike. Mirov cureyekî zindî yê xwîngerm e ku di mercên hewayê yên germ û sar de hebûna xwe didomîne. Rêber Apo ji bo cureyê mirov vê pênaseyê bi kar tîne: “Mirovahî cara yekem ji dema ku destê xwe avêtiye kevir û şûn de, fikir hilberandiye. Bi hilberîna fikir re aqil pêş ketiye.”
Di navbera memikdar (şîrdar) û zindiyên ku ji hêkan derdikevin de cudahiyek heye; zindiyên xwînsar li gorî zindiyên xwîngerm salên dirêjtir dijîn. Ev zindî, yanî heywanên memikdar wekî; meymûn, mîh, pisîk, kûçik, bizin û hwd. dikevin kategoriya (xwîngerm). Koma memikdaran bi riya jidayikbûnê (malzaroka dayikê) xwe zêde dikin; lê yên bêmemik wekî masî, mar, tîmsah, çivîk û hwd. (xwînsar) ji hêkan çêdibin û bi vî rengî nifşê xwe berdewam dikin. Di koma memikdaran de 33 komên zindiyan hene; yek ji van bi "teoriya qutbûnê" (kopuş) cureyê mirov pêk tîne. Ji vê re tê gotin Prîmat. Dema mirov ji cureyê Prîmatê çêdibe, em dikarin bibêjin ku "mirovahî ji malbata Prîmatê tê". Her zindî nifşê xwe an bi riya hêkan an jî bi riya jidayikbûnê, nifş û zayenda xwe berdewam dike. Ji cureyê mirov ê ku 20 mîlyon sal berê pişta wî rast bûye û karibûye cara yekem li ser piyan rabe re tê gotin Australopithecus.
Prîmat: Prîmat, 60 mîlyon sal berê li Amerîkaya Bakur derketine. Wateya peyva Homo dibe mirov; lê Prîmat ew qonax e ku mirovahî hîn temam nekiriye. Tê gotin ku malbata Prîmatê ji serdema yekem a qeşayê û şûn de li her derê cîhanê belav bûye. Wekî mînak, cureyê mirov ê yekem jî di serdema qeşayê ya yekem de guherîna mekan jiyaye. Prîmat di nava demê de rastî guherînê tê. Prîmat di nav xwe de wekî du komên bi navê Hominid û Hominoid dabeş dibin. Prîmatên yekem, mîlyonek salî li erdnîgariya Afrîkayê jiyana xwe domandine. Hominid 2,5 mîlyon sal berê li herêma Kenyayê ya Afrîkaya Başûr têne dîtin. Yek ji zindiyên herî nêzî cureyê mirov jî şempanze ye. Zêdebûna cureyê memikdaran 60 mîlyon sal berê, yanî bi tunebûna nifşê Dînozoran re zêde dibe. Wekî tê zanîn, nifşê dînozoran 60 mîlyon sal berê ji ber faktorên erdnîgarî an jî ji ber lêdana kevirên asîmanî (meteor) qediya ye.
Belavbûna Mirovan û Girêdana bi Jiyanê ve
Wekî tê zanîn, mirovahî ji bo domandina jiyana xwe, ji ber faktorên erdnîgarî neçar maye ku ji Amerîkaya Bakur ber bi Afrîkaya Rojhilat ve koç bike. Mirovan hebûna xwe li Afrîkaya Rojhilat domandiye. Li gorî îro, di mercên pir zor de jiyana mirovên yekem pêkan bû. Beriya 10 heta 8 mîlyon salan, herêma Geliyê Rîftê (Rift Valley) ya li Afrîkaya Rojhilat; ji ber mercên hewayê yên guncaw, pirbûna avê û dewlemendiya daxistina riwekan, ji bo jiyanê pir guncaw e. Avabûna xeta Rîftê ya ku di sêgoşeya Kenya, Tanzanya û Etiyopyayê de ye, şikefteke fayê ya xwezayî ye ku di pêvajoyên xwebûna goka erdê de çêbûye. Bi demê re rijandina ava baranan; veguheriye çem û golên ku can didin xweza û zindiyan. Ev yek, yek ji faktorên herî mezin e ku bûye sedema zêdebûna cureyê mirov û zindiyan. Mirovê ku hebûna xwe berdewam dike, berî her tiştî ketiye nav lêgerînên parastin û xweparastinê. Di wan deman de ji ber ku li Ewropa û Rûsyayê serdema qeşayê hebû, mercên jiyanê ne gengaz bûn.
Wekî ku Rêber Apo jî dibêje; “Mirovahî ji bo domandina nifşê xwe her tim di nav lêgerînekê de bûye. Ji ber ku xeta Rîftê ji bo mirovan guncaw bû, demekê li vir mane; paşê ji bo ku xwe bigihînin axên bi ber û berekettir, ketine nav lêgerînên nû.” Mirovahî ji bo domandina nifşê xwe û ji bo saxbûnê windahiyên mezin daye. Ji bo vê jî, ji xeta Rîftê derdikevin û rêwîtî û keşfên nû dest pê dikin. Di dîrokê de cara yekem, cureyê mirov ji bo domandina jiyana xwe ketiye nav lêgerînê. Wekî gerdûnê, mirov jî her tim di nav tevgerê de ye; ji guherîn û veguherînê re vekirî ye. Mirovatî di dirêjiya evrîma xwe de ji cureyên cuda pêk hatiye û di serdemên cuda de jiyaye.
Serdema Paleolîtîk: Pale tê wateya kevn, lîtîk tê wateya kevir. Navê wê yê din "Serdema Kevir a Kevn" e. Di navbera salên B.Z. (Beriya Zayînê) 3 mîlyon û 20 hezar salan de hatiye jiyîn. Di vê serdemê de cureyê Homo Habîlîs jiyaye. Ji vê cureyê re di heman demê de "mirovê jêhatî û şarezayî" tê gotin. Di navbera 10 û 15 amûrên ji kevir çêkirine. Beriya 3 heta 2 mîlyon salan li herêma Koobî Fora ya Afrîkaya Bakur jiyane. Fikir û ramanên mirov di vê serdemê de dest pê kiriye. Mirovê yekem civakî ye; civakîbûn jî di vê serdemê de bi fikirînê dest pê kiriye. Mirovê ku ji civakê qut dibe hebûna wî namîne û dihele; nikare zikê xwe têr bike, nikare xwe biparêze û nikare bi jiyanê ve girêdayî bibe. Mirov, zindiyê herî lawaz e. Di nav xwezayê de bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bimeşîne. Rêbertî jî ji bo mirov gotiye ku zindiyê herî lawaz ê xwezayê mirov e. Tenê tiştek heye ku mirov li ser piyan digire, ew jî civakîbûn e. Rêbertî dibêje: “Heger civakîbûn biqede, mirovahî jî diqede.” Ev rastiyek e; ji ber mercên jiyanê, pêdivî bi pirbûnê, yekitî û bihevrabûnê heye. Nexwe, berdewamkirina jiyanê ne gengaz e. Mirov bi qasî ku civakî ye, heye.
Di heman demê de, 2,5 mîlyon sal berê cureyê mirov ê Homo Erectus (mirovê ku rast disekine) jî di vê serdemê de jiyaye. Fosîlên cureyê Homo Erectus bêtir li erdnîgariya Afrîkaya Rojhilat hatine dîtin. Ev qonax, qonaxeke evrîma mirov e û ji ber vê yekê hem guherîna biyolojîk û hem jî guherînên fikrî pêk tên. Homo Erectus, nêzîkî 50 heta 60 amûr û îcadên destan çêkirine. Piraniya van amûran ji kevir in; ji bo parastina xwe û ji bo nêçîrvaniyê kevir kolane û tûj kirine, ji bo kolana axê an jî ji bo stargehan dar kolane û di jiyana xwe de bi kar anîne. Hemû amûrên hatine çêkirin ji bo hewcedariyên jiyanî ne. Ev afirînerî jî îsbata pêşketina aqilê mirov e. Homo Erectus, cureyê mirov ê yekem e ku agir keşf kiriye. Agir ji bo mirovahiyê çavkaniyeke girîng a jiyanê ye. Nexasim ji bo me Kurdan agir pîroz e; agir dibe sedemek ji bo avabûna civakîbûnê; mirov li dora xwe kom dike, dibe sedema pijandina xwarinê û mirov germ dike. Bi xwarina goşt ê pijandî, di laş û pêşketina mirov de gavên girîng têne avêtin. Em dikarin dîtina agir wekî qonaxekê ji bo mirovahiyê pênase bikin. Agir piştî ku hat keşfkirin, tenê piştî 500 salan ket bin kontrola mirovan.
Hîlala Zêrîn (Mezopotamya)
Erdnîgariya ku Xwezaya Civakî lê dest pê kiriye Hîlala Zêrîn e. Cureyê mirov ê ku li Afrîkayê derketiye, li vir karibûye hebûn û civakîbûna xwe berdewam bike. Dewlemendiya erdnîgarî ya xwezayê ji bo domandina jiyana mirov guncaw e. Axên Mezopotamyayê, di sêgoşeya Hîlala Zêrîn de cih digirin. Ji aliyê erdnîgarî ve di navbera sînorên Îran, Afrîka û Pakistanê de dimîne. Ev avahiya erdnîgarî ya ku di hewza Dîcle û Feratê de ye, di nav axên ku ji Ermenîstanê dest pê dike û heta Îranê dirêj dibe de cih digire. Hebûna quntarên Toros û Zagrosê şansê jiyanê dide mirovan. Rêzeçiyayên bilind zindiyan ji karesatên xwezayî diparêzin û rê nadin êrîşên muhtemel. Digel vê yekê, hebûna çemên Dîcle û Feratê hem ji bo mirovan dibe çavkaniyeke xwezayî, hem jî ji bo daxistina riwekên xwezayê dibe çavkaniya jiyanê. Zivistan û havîna wê nerm e; ji ber ku barana wê bi pîvan e, xwedî îklîmeke hênik e. Daxistina wê ya riwekan dewlemend e; xwedî avahiya axê ya herî dewlemend e ku mirov dikare jê sûd werbigire û hilberînê bike. Ji bo stargeha mirovan şikeftên xwezayî hene. Bi kurtasî, li Hîlala Zêrîn mercên jiyanê ji bo jiyan û zêdebûna mirovan guncaw in. Em ji herêma ku dikeve Parzemîna Asyayê re dibêjin Hîlala Zêrîn.
Erdnîgariya di navbera çemên Dîcle û Feratê de Mezopotamya ye. Wateya peyva Mezopotamyayê "navbera du çeman" e; Mezo tê wateya "navber". Mezopotamya, ji Kendava Basrayê dest pê dike û hemû axên Kurdistana Bakur digire nav xwe. Daxistina riwek û xwezaya li Mezopotamyayê pir dewlemend e. Hebûna riwek û avê li heman qadê, dibe sedem ku mirov li qadên niştecih bimînin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku civakîbûn li Mezopotamyayê dest pê kiriye. Dewlemendiya axa Kurdistanê, hebûna avên xwezayî û şikeftan, hemû faktorên sereke ne.
Yek ji metirsiyên herî mezin ên îro, têrkirina zik û saxbûn e; parastina xwe di qonaxa duyemîn de dimîne. Sedema krîzên ku li seranserê cîhanê tên jiyîn, birçîbûn û nekarîna têrkirina zik e. Di dema mirovên berê de pêşengî xweparastin bû, lê derdê mirovê îro têrkirina zikê xwe ye. Mirovanên ku li erdnîgariya Mezopotamyayê dijiyan şêwaza jiyana xwezayî ji xwe re dikirin esas; serdemeke wisa ye ku hîn pirsgirêkên civakî dest pê nekirine. Mirovan xwe ji karesatên xwezayî diparastin û ji bo zêdekirina nifşê xwe jiyanek didomandin. Berevajî vê, mirovê îro tenê bi ajoyên xwe tevdigere û têkoşîna zêdekirina xwe dide. Mirovê ku êdî nikare zikê xwe têr bike û xwe biparêze, hatiye wê qonaxê ku muhtacî dewletê bimîne.
Girîngiya avahiya erdnîgarî ya Mezopotamyayê pir mezin e. Civakîbûna mirovê yekem li vir dest pê kiriye û bi hezaran salan li ser van axan jiyan hatiye domandin. Mirovê îro gihîştiye wê astê ku êdî nikare bibe "xwe"; ev yek jî ji ber muhtaciya li hemberî kapîtalîzmê ye. Lêkolîner û ekolojîstên Ewropî jî piştî ku axên Mezopotamyayê keşf kirin, heyranê dewlemendiya xwezaya wê mane. Rêbertî, dema koçberiya mirovên îro ya bi kofle ber bi Ewropayê ve rexne dike, dibêje ku ew tenê dikarin bi qasî ku zikê xwe têr bikin bixebitin. Lê belê, di nava welatê me Mezopotamyayê de derfeta me heye ku em bêyî ku muhtacî tiştekî bibin, bi awayekî azad bijîn. Wateya vê yekê ew e ku mirov dîroka xwe berovajî bike û ji xweza û cewherê xwe dûr bikeve.
Ji dersa heval Viyan Mêrdîn a ku li Akademiya Jinên Azad a Şehîd Bêrîtan daye hatiye berhevkirin.
Berdewam bike.


